Top li taxa Tûrgût Ozal tên barandin
Artêşa Tirk topan li taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dibarîne.
Artêşa Tirk topan li taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dibarîne.
Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk di roja 12. de ye. Êrîşên îro bi giranî li hemberî taxa Tûrgût Ozal tên kirin.
Piştî bêdengiyeke demeke kurt, hêzên dewleta Tirk careke din dest bi topbarana li hemberî taxa Tûrgût Ozal kirin.
Ji ber topbaranê gelek xanî xera bûn û şewitîn.