Ridvan Tan ê li Hezexê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Ridvan Tan (17) ê 24’ê Sibatê li navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji 12 kesên ku di êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Ridvan Tan (17) ê 24’ê Sibatê li navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji 12 kesên ku di êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Ridvan Tan (17) ê 24’ê Sibatê li navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji 12 kesên ku di êrîşa hewayî ya helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Guriza yê Kerboranê bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, cenazeyê Tan bi konvoyek wesayîtan ve ber bi Kerboranê derket rê.

Têketina navçeyê her çiqasî hêzên dewletê hewl dan gelê beşdarî merasîmê bibin asteng bikin jî gel astengî derbas kirin û ket navçeyê. Cenazeyê Tan ji aliyê bi sed hezaran hat pêşwazîkirin û piştre anîn Goristana Guriza.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Tan li ser milên ciwanan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Rêheval Ridvan Nemir e” heta gorê anîn. Tan, piştî sirûda Çerxa Şoreşê hat defnkirin.

Piştî merasîma cenazeyê, girse derbasî taziyeya ji bo Tan a li Taxa Sarayê bû.