Yekîtiya Star wê êdî wek ‘Kongreya Star’ xwe bi rêxistin bike

6’emîn kongreya Yekîtiya Star a li bajarê Rimêlan ê Rojava ev du roj in tê lidarxistin bi dawî bû.

6’emîn kongreya Yekîtiya Star a li bajarê Rimêlan ê Rojava ev du roj in tê lidarxistin bi dawî bû.

Di kongreya ku diyarî berxwedêrên Bakurê Kurdistanê û şehîdên jin hatin kirin de biryar hat girtin ku li şûna navê Yekîtiya Star bi navê Kongreya Star rêxistinbûyin bê kirin.

Ji bo rêveberiyê 32 kes hatin hilbijartin, plansaziya pêvajoya pêş hat derxistin.

6. Kongreya Yekîtiya Star a 25’ê Sibatê li bajarê Rimêlan ê Rojava destpê kir, du rojan dewam kir. Di kongreya ku bi dirûşma, “Bi jina azad re ber bi Sûriyeya demokratîk” hat lidarxistin de 251 delege û 249 mêvan amade bûn. Di kongreyê de modela rêxistinbûyinê, nav û sembola Yekîtiya Star hat guhertin, bi biryara hevpar a tevahî delegeyan ve kongre diyarî berxwedêrên Bakurê Kurdistanê û şehîdên jin hat kirin.

 ‘SÎSTEMA ME WÊ RÛH BIDE SÛRIYEYA FEDERAL A DEMOKRATÎK’

Di danezanê de hat diyarkirin ku armanca kongreyê ji nû ve rêkûpêkkirina sîstema jinê ya li Rojava ye. Hat ragihandin ku kongre di çarçoveya xalên rojeva, bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkîldarî azadî û rêxistinbûyina jinê û bi xwendina rapora faaliyetan a du salan destpê kiriye. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku jinan destketiyên girîng ên di qada siyasî, civakî, aborî, leşkerî de bi pêşengiya Yekîtiya Star bi dest xistine.

Di danezanê de li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê hat sekinandin, bal kişand ser pêşengiya jinê. Di danezanê de wiha hat gotin: “Jina ku di pêşxistina şoreşa Rojava de cih girtiye, di pêşxistina Sûriyeyek demokratîk, federal de xwedî roleke stratejîk e. Ji bo vê jî ji bilî gel û jinên li ser vê axê ti çareseriyên din nikarin pêş bikevin. Modela me ya xweseriya demokratîk a li Rojava, wê rûh bide federasyona Sûriyeya demokratîk û garantiya serketina wê ye. Parastina mafên jinan û tevahî mafan girêdayî pêşxistina makezagona Sûriyeya Federal a Demokratîk e.”

YEKÎTIYA STAR BÛ KONGREYA STAR’Ê

Di encamnameyê de Yekîtiya Star navê xwe wek Kongreya Star guhert, wiha hat gotin: “Biryar hat dayîn ku Yekîtiya Star xwe wek kongreyê bi rêxistin bike. Nav û sembola rêxistinbûyina me guherî. Kongreya Star hat îlankirin. Kongreya Star, hem rêxistinbûyina konfederal a jinê ye hem jî sîstema wê ye. Kongre-Star xwe dispêre paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û pîvanên neteweya demokratîk esas digire. Hedefa wê Rojavaya Azad û Sûriyeya Demokratîk e. Ev pergala nû xwe siyasî, ekolojîk, aborî, civakî, çandî, xweparastin, dîplomasî, edaleta civakî û perwerde, di 9 milan de bi rêxistin dike. Kongreya me sîstema nû li ser esasê wekhevî û edaleta civakî saz dike. Pêşengiya têkoşîna jiyana azad a li hember her cure serwerî, zîhniyeta zilam serwer û her cure şîdetê dike.  Xwe di her qadê de wek komun, meclîs, akademî, weqf, sazî, partî û hwd. rêxistin dike. Kongreya Star ne tenê rêxistinek e, sîstemek konfederal e. Ferd, rêxistin û partiyên jin ên hevpeyman û pîvanên Kongreya Star qebûl dikin dikarin bibin endam.1 

BIRYARÊN HATIN GIRTIN

Hin biryarên ji biryarên kongreyê wiha ne:

1- Azadiya Rêberê Gelê Kurd dixe navenda tevahî xebatan û li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd avakirina civaka demokratîk,
2- Jinên Kurdistana Rojava, piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dike û ji bo vê jî çalakiyan pêş dixe.
3- Jin pêşengiya avakirina Rojavaya Azad û Sûriyeya Federal a Demokratîk dikin.
4- Li tevahî qadên jin li birêxistinkirîne, ji xwecîhî ji komunan destpê dike, li tax, meclîs û heta parçeyê biryarê yê herî jor, yekîneyên xweparastinê ava dike.
5- Aboriya civakî ya jinê pêş dixe. (Kooperatîf, proje, yekîtiya aborî hwd.)

Di kongreyê de rêveberiyek ji 32 kesan, berdevkek û du cîgir hatin hilbijartin.

...