Li Sûrê di nava saetekê de 10 teqînên mezin rû dan

Li Sûrê, piştî êrîşa giran a danê vê sibehê, 10 teqînên mezin li dû hev rû dan.

Dorpêçî û terora dewleta Tirk a li navçeya Amed Sûrê di roja 88. de ye. Ji saet 10:00 ê vê sibehê û pê ve 10 teqînên mezin li dû hev rû dan.

Taxên navçeyê, ku pitik û birîndar jî di nav de nêzî 200 kes lê asê mane, ji aliyê hêzên dewletê ve bi dijwarî tên bombekirin. Dengê teqînan li tevahiya bajêr tê bihîstin.

Her wiha gelek helîkopterên dewleta Tirk li ser navçeyê digerin.