Ji bo mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin merasîma bîranînê

Li bajarê Fransa Montpellîerê, di şexsê Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê tevî bi sedan mirovan ji aliyê hêzên dewletê ve bi xwînxwarî hat qetilkirin de, ji bo hemû mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Serdanên sersaxiyê li bajarê Fransa Montpellîerê tên qebûlkirin. Kurdistanî û dostên wan diçin sersaxiya malbata Kalkan. Merasîm wê du rojan bidome.

Kekê Alî Firat Kalkan li vir axivî û bibîr xist, ku şer jî xwedî pîvanekî ye û got, "Êrîşeke di vê astê de ti carî nayê qebûlkirin. Di şexsê birayê min de mezinkirina têkoşîna hemû şehîdan, erka me ye."

Serdanên sersaxiyê yên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê tên qebûlkirin wê roja Yekşemê bi dawî bibin.