Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku bi armanca protestokirina bêdengiya Ewropa ya li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.
ANF
STRASBOURG
în, 26 reşemiyê 2016, 18:27
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku bi armanca protestokirina bêdengiya Ewropa ya li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.
Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de panelek bi mijara “têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê” hat lidarxistin. Di panelê de Parlamenterê Dîe Lînke Rûdolf Bûrgel axivî, destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP’ê li ser Kurdan dimeşîne derveyî mirovahiyê ye, wiha got: “Welatên endamên Yekîtiya Ewropa jî çavên xwe jê re digirin.
Di panela di çarçoveya çalakiyê de Parlamenterê Partiya Dîe Lînke Rûdolf Bûrgel û nûnerên tevgerên çep ên Tirkiyeyî axivîn. Bûrgel ê di panelê de axivî destpêkê çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê parve kir.
Bûrgel bi bîr xist ku polîtîkayên AKP’ê yên li hember Kurdan derveyî hevpeymanên mafên mirovan û navneteweyî ne, got: “Dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî çavên xwe li qetlîaman digirin.”
Bûrgel helwesta hikûmeta Elman a piştgiriya polîtîkayên AKP’ê dike jî rexne kir, wek ko bikaranîna penaberên Sûriyeyî şermezar kir.
Bûrgel ragihand ku wek Dîe Lînke wê ji niha û şûn de hê xurttir li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin, wiha dom kir: “Tenê em dikarin wisa polîtîkayên qirêj ên AKP’ê û durûtiya welatên YE vala derxin.”
Panelê bi xwendina peyamên ATÎK û SYKP’ê dewam kir. Piştre Nûnerê DÎDF’ê Îbrahîm Balci axivî, bi bîr xist ku tevgerên çep, sosyalîst ên Tirkiyeyê bi derbeya sala 1980’an ji holê rabûn, PKK’ê bi Pêngava 15’ê Tebaxê derbeyek mezin li faşîzmê xist.
Balci bertek nîşanî bêdengbûna Yekîtiya Ewropa ya li hember qetlîaman da, got eger rêxistinên çep, sosyalîst û Elewî werin cem hev dikarin vê dorpêçê bişkînin.
Ji Federasyona Komaleya Elewiyan a Ewropa Taner Poyraz jî wiha axivî: “Em ê îro jî bibin hevparê berxwedanên Sûr û li qadên din ên Kurdistanê.”
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî got, feraseta netew-dewlet tenê bi modela neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare were valaderxistin.
Panel piştî axaftinan bi beşa pirs û bersivan dom kir.