Şehîdê Cizîrê Balikesîr li Colemêrgê hat oxirkirin

Xebatkarê MKM’ê Îslam Balikesîr ê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek girseyî va ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Xebatkarê MKM’ê Îslam Balikesîr ê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek girseyî va ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) Îslam Balikesîr ê di qetlîama li Cizîrê jiyana we ji dest da, li Colemêrgê ji aliyê bi sedan kesî hat oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, endam û rêveberên DBP û HDP’ê, xebatkarên MKM’ê amade bûn.

Darbesta Balikesîr a bi ala kesk, sor û zerê pêçayî, li navenda navçeyê hat pêşwazîkirin. Li ser milên girseyê  heta Goristana Taxa Karşiyaka birin. Girseyê di domahiya meşê de dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” gotin.

Cenazeyê Balikesîr ên anîn goristanê din av dirûşm, tilîlî û duayan de spartin axê.

Di merasîmê de Hevserokê Şaxa Colemêrgê yê MEYA-DER’ê Bedîrhan Koç axivî, banga xwedîderketina cenazeyan kir. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî wiha got: “Hevalê Îslam rûmeta me ye. Di jiyana me wê rêbertiya me bike. Çi dikin bila bikin wê ti kes nikaribe îradeya me  û hêza me bişkîne. Heta Kurdek jî bimîne em ê têbikoşin. Em ê bi ti awayî tawîzan nedin. Heta dawiyê em ê xwe biparêzin.”

Piştî axaftinan, hevalên Balikesîr ên MKM’ê, li ser gora wî lorikên Kurdî gotin. Piştî merasîmê, malbata Balikesîr sersaxî qebûl kirin.