Êrîşa li hemberî taxa xwerêveberiyê
Hêzên dewleta Tirk ên dor li taxa Yenîmahalle ya Şirnexê girtine, bi çekên giran guleyan lê direşînin
Hêzên dewleta Tirk ên dor li taxa Yenîmahalle ya Şirnexê girtine, bi çekên giran guleyan lê direşînin
Maşînên zirxî yên li dora taxa Yenîmahalle ya Şirnexê bi cih bûne û endamên tîmên taybet ên ketine hundirê avahiya Midûriyeta Bajêr a Çandê guleyan li taxê direşînin.
Hêzên dewletê her wiha gazê jî ber didin nava taxê.
Li hemberî van êrîşan berxwedana endamên YPS/YPS-Jin û şêniyên taxê dewam bike.
Li taxê şerekî dijwar diqewime.