Ji zarokatiyê heta ciwantiyê navê hêrsê: Sînan Kaya

Di nava kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin de Sînan Kaya yê 21 salî jî hebû. Kaya bi îdîaya 'li ser navê rêxistinê tevlî çalakiyê bûye' di emrê zarokatiyê de gelek caran hat binçavkirin û girtin.

Di nava kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin de Sînan Kaya yê 21 salî jî hebû. 

Sînan Kaya, ji ber şewitandina gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve, neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Bi îdîaya 'li ser navê rêxistinê tevlî çalakiyê bûye' di emrê zarokatiyê de gelek caran hat binçavkirin û girtin. Beşek ji zarokatiya xwe li girtîgehan, li Girtîgeha Kurkçulerê derbas kir. Hevalên wî yên li girtîgehê qala Sînan Kaya kirin.

Hevalekî wî vê bîranîna xwe ya bû wesîleya naskirina Kaya vegot:

"Qedera me zarokên Kurd ên li taxa Hal a Mersînê ji dayik bûne û mezin bûne, yek e. Hêrsa me ya berhevbûyî jî mîna hev e. Ez hînê 12 salî bûm. Wê li taxa me civîna hilbijartinê bihata lidarxistin. Hingî her kes li avahiya partiyê civiya bû, li bendê bûn ku kesên bi kravat bên û biaxivin. Ji nişka ve min kesekî kamera pê re dît. Min jî got, 'Em îro êvarê di Roj TV de derdikevin'. Haya min jê hebû bavê min ê nikarîbû bi hêza gundê me şewitand, bi tena serê xwe nikarîbû em biparasta. Lewma hem kameraman hem jî girseya li wir ji bo me şensek bû.

Tîmên bi maske yên ji qereqola polîsan derdiketin û timî li taxa me digeriyan, heqaret li me dikirin û li me didan. Min bang li her kesên hem emrê wan ji min mezintir, hem jî biçûktir kir. Me kevir avêtin polîsên li hemberî xwe. Kameraman vê gavê dest ji civînê berda û hat dîmenê şerê me yê li hemberî polîsan kişand. Bêguman hingî haya me jê tinebû. Şerê me ji axaftina bi saetan a kesên bi kravat bêhtir bal kişandibû. Ji xwe piştî wê em hatin binçavkirin, derxistin pêşberî dadgehê, hatin girtin, li hucreyê bi cih kirin, tevî bi dehan hevalên mîna xwe hatim ragirtin û bi vî rengî emrê min gihaşt 18 salî. Niha ez li Girtîgeha Kurkçulerê me, ku ji emrê min bêhtir di girtîgehê de ne. Lê belê bila nefikirin ku wan qedandine. Ji bo rovanşa vî şerî, diviyabû min li vir hinek pirtûk bixwanda."

'JI KULIKA LI DÎWÊR RADYO DIDA GUHDARÎKIRIN'

Hevalê wî kêliya destpêkê ya dîtina Kaya wiha anî ser ziman:

"Rojên destpêkê yên Cotmeha 2012'an bû. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê em ji hucreyê birin odeyê. Ciwanek derket pêşiya min. Min hingî, ji kûrahiya dilê xwe ve hesreta dîtina rûyê mirovekî hîs kiribûm. Dema bi navê min bang li min kir, min jî jê pirsî 'tu ji ku tê?'. Wî jî got, ji 12 salî ve ez te nas dikim. Zarokê Yenî Hal a Mersînê me, navê min Sînan e, ji ber ku ez jî nû ketime 18 salî, min ji girtîgeh zarokan anîn vê derê'. 'Dîtina te li vê derê cihê xemgîniyê ye, lê dîsa jî ji bo min bû cihê kêfxweşiyê'. Bi xweşbûna sohbetê re pirsa 'Çima te anîn heval?' kir. Min jî jê re got, 'Ji operasyonên KCK'ê anîn. Lê bawerim sedema bi tenê ew e ku me bûyerên li Pozanti kirin nûçe ye'. Vê carê got, 'Yên rastî wê wehşetê hatin hemû hevalên min ên ji taxê ne. Doza gelekî ji me hînê dewam dike. Piraniya ji me bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tên darizandin."

Sînan Kaya yê 18 alî, ku di nava wî cihê teng ê tîpa F de bi lez û bez sîstemeke mûezem afirand, ji materyalên perwerdeya bi Kurdî, bernameya xwendina pirtûkan, kovara akademîk a siyasî û çandî ya mehê carekê ji girtîgehê derdiket re pêşengî dikir. Hînê 18 salî bû, lê bi jîrbûna xwe, bandor li her kesî dikir. Yek ji du hevalên bi hev re diman, ji ber ku piştî çend mehan dihat berdan, wî hemû berpirsyariya odeyê digirt ser xwe, bi hevalê xwe yê din û pirsgirêkên tenduristiyê re eleqedar dibû. Sînan di dema bêhnvedana nava rojê de jî banga 'telefonê' dikir û ji kulilka di dîwêr de radyo dida guhdarîkirin. Digot; 'guhdarî bike heval, ev stran strana zîndanê ye'.

Hêrsa jiyana li metropolan di şexsê Sînan de kûr bûbû û min endîşeyên xwe yên li ser asta bilind a vê hêrsê jê re got. Wî jî bi ken bersiv da: 'Li çûkekê bifikire, ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin, li qefesê dîl hatiye girtin, tu çi bide ji neçarî wê qebûl dike. Çêlikên wê çûkê piştre haya xwe ji dîlgirtiya dê û bavê xwe çêdibe. Niha, sûc ê me ye? Yê ku bi dê û bavê me da kişandin gelo ne ew in? Berpirsyarê vê êşê ne ew in?"

ÇAT: TIMÎ MEZIN DIFIKIRÎ

Kadîr Çat: Di hêrsa Sînan de, ji hêrsa klasîk a ciwanekî Kurd bêhtir hêrseke ku dikir du qat hebû. Li Mersînê min ew di nava xebatên siyasî, carna jî di dema serdana Navenda Çandê ya Mezopotamyayê dît. Di sala 2011'an de em bi hev re li emniyetê hatin ragirtin. Hêrsa ji ber koçberiyê û hêrsa dûrxistina ji xaka xwe, ew ber bi têkoşînê ve dehf dida. Timî mezin difikirî. Timî digot; Mersîn herêmeke biçûk a Kurdistanê ye. Herî dawî di sala 2013'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê min dengê wî dibihîst. Diyaloga me li wir zêdetir bû. Me ji dûr ve dengê xwe bilind dikir û bi vî rengî digihand hev. Digot, 'Stran hêvî ne, bistirê hevalê Kadîr, bila qet şerê me, stranên me neqede'. Gelekî hez ji strana Kemal Pîr dikir. Di notên xwe yên ji bo min de axaftinên Kemal Pîr jî bibîr dixist. Li girtîgehê ciwanekî bi moral û xwedî armanc bû. Piştî berdanê, min çend caran Sînan dît. Di çend çalakiyan de me bi hev re bûn. Wî bi rêzdarî bibîr tînim. Bila xweş razê şehîdê me.."

ARÛN: PÊŞENG AN JÎ FERMANDARÊ SIBEROJÊ

Bariş Arûn: Li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê, li qada hevpar a hevdîtina bi malbatên xwe re ku hefteyê carekê pêk dihat, me hev didîtin. Her yek ji me tevî sê gardiyanan di yek rêzê de diçûn qada hevpar. Hevalên li A Blokê diman, berî me biribûnq ada hevpar. Çawa em ketin hundir, ciwanekî bi dengekî bilind got 'Hevalê Ferhat'. Min ew ciwanê ku bi coşeke mezin silav da me hemûyan gelekî meraq kiribû. Min ji hevalê li cem xwe re got, 'heval ev kî ye?' Bersiva ji min re hat dayîn ev bû; 'Ev ciwan ya wê bibe lîderê siberojê yan jî bibe fermandarek. Ez heyranê cesareta vî ciwanî me.' Min êdî ew nas kir. Sînan Kaya bû. Mîna hemû ciwanên Kurd ên li Mersînê ji dayik bûn û mezin bûn, li hemberî rewşa tê de îsyan kiribû. Mîna ku çarenûsa me hemûyan mîna hev bû. Dûre dema Sînan hat befdan, min çend caran ew dît. Dema xwe ji bo xebatên civakî bi kar danî. Pê re çend bîranînên min çêbû. Wî gomlekekî kesk ji xwe re kirîbû û danîbû ser kursiyeke li saziyê. Dema min pirsî 'ev gomlek ê kê ye'. Sînan ket hundi rû got, 'gomlekê min e'. Min jê re got, 'em pev bi guherin'. Bê teredût got 'baş e heval'. Lê ji ber ku gomlekê min jê re biçûk bû, vê carê min qebûl nekir. Lê soz da min ku ew ê yê bi heman rengî ji min re bîne. Lê piştre me hev nedît. Min bihîst ku çûye Cizîrê. Dema min şehadeta wî bihîst, min ji xwe re got, 'çima ez hînê dijîm.'

...