Rojnamevan Cûdî: Şedadê dawiya têkçûna çeteyan e

Rojnamevan Sînan Cûdî yê 3 pêngavên QSD'ê şopand da xuyakirin, ku Şedadê ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî, aborî û erdnîgarî ve xwedî girîngiyeke stratejîk bû.

Rojnamevan Sînan Cûdî yê 3 pêngavên QSD'ê şopand da xuyakirin, ku Şedadê ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî, aborî û erdnîgarî ve xwedî girîngiyeke stratejîk bû.

Rojnamevan Cûdî çavdêriyên xwe yên li Şedadê, ku bi pêngava 'Xezeba Xabûrê' ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat rizgarkirin ji ANF'ê re vegot.

Cûdî bal kişand ser girîngiya stratejîk a Şedadê û got, "Ji bo ewlekariya Kantona Cizîrê gelekî girîng e. Di navbera Dêrazor-Hesekê-Reqqa-Mûsilê de cihekî girîng e. Gelek derdora, weke navenda çeteyên DAIŞ'ê işaretê bi Reqqayê dikin. Ji aliyê siyasî û rêveberiyê ve Reqqa ji bo çeteyên DAIŞ'ê girîng jî be, di warê leşkerî û aborî de navenda DAIŞ'ê Şedadê bû."

Rojnamevan Cûdî da xuyakirin, ku temamiya êrîşên heta roja îro li hemberî Kantona Cizîrê û gelemperiya Rojava hatin kirin, di ser Şedadê re hatin birêxistinkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li nêzî Şedadê, hin madeyên kîmyewî yên li şîrketeke Çînê bi vê pêngavê re bi dest ketin. Ev febrîqe ji bo çêkirina mayînan dihat bikaranîn. Êrîşên xwekujî yên bi wesayîtên bombebarkirî yên li hemberî herêma Cizîrê hatin kirin, mayînên li ser rê û gundewaran dihatin bicihkirin, hemû li vir dihatin amadekirin.

Li bakurê Şedadê çiyayê Kezwan heye. 3. kampa herî mezin a leşkerî ya li Sûriyeyê li vê derê bû. Bi hezara şervanên xwe li vir perwerde dikir û dişand êrîşên li herêman. Di heman demê de li navenda Şedadê bi xwe jî navendên perwerdeya leşkerî hene. Yanî Şedadê di êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê de navenda fermandariyê bû."

Cûdî bibîr xist ku li vê derê, her wiha febrîqeya dagirtina tupên gazê, parzîngeh û tesîsa elektrîkê heye û got, "Herêma di navbera Şedadê û Holê, herêma ku DAIŞ'ê ji petrol û gazê hatineyên aborî bi dest dixist bû. Lewma Şedadê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê malî ve ji bo çeteyan navendeke girîng bû."

ŞEDADÊ DILÊ DAIŞ'Ê BÛ

Cûdî anî ziman, ku bazara firotina jinên ji Şengal û herêma Xabûrê hatin revandin li Şedadê bû û got, "Navenda 'dewletê' ya DAIŞ'ê dibe ku li Reqqayê be, lê dilê xwe Şedadê bû. Ji aliyê erdnîgarî ve Şedadê di nava Kantona Cizîrê de ye û ji vir û pê ve sînorên eyaleta Dêrazor destpê dike. Ji bo ewlekariya Kantona Cizîrê şert bû ku Şedadê bê rizgarkirin. Di warê erdnîgarî de ji xwe piştî Şedadê çol destpê dike."

'ŞEDADÊ BI ENCAMBÛNA TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê'

Cûdî bibîr xist ku bi têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê re tespîta 'DAIŞ serberjêr bûye, tine dibin' hatibû kirin û got, "Bi pêngava Şedadê re ev bi encam bû. Di pêngava 'Xezeba Xabûrê' de taktîkeke xurt a leşkerî hat nîşandan. Ji nuqteyên herî qels li DAIŞ'ê hat xistin. Li cihê ku neyên texmînkirin şervan bi şev meşiyan. Di şeva 2. de dema hêzên QSD'ê xwe gihandin Şedadê, hin komên çete yên di nava bajêr de haya xwe ji destpêkirina operasyonê jî tinebû û hatin girtin. Piştî serketina Kobanê re hêzên YPG û QSD'ê di operasyon û pêngavan de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di encama van deban de DAIŞ'ê kapasîte û hêza xwe ya leşkerî winda kir.

Ji xwe tê zanîn, heman piştî rizgarkirina Şedadê, operasyona Mûsilê ket rojevê. Beriya niha, dema Hol hat azadkirin operasyona azadkirina Şengalê destpê kiribû. Rizgarkirina vî cihê stratejîk, ji bo operasyonên Reqqa û Mûsilê zemînekî xurt ava kir. Hêjayî bibîrxistinê ye, dema Kobanê hat azadkirina Fermandariya YPG'ê digot, 'Ev têkçûna DAIŞ'ê ya li navenda bajarê Kobanê, destpêka têkçûna DAIŞ'ê ye.'

Kobanê di 26'ê Çileyê de hat rizgarkirin, di 21'ê Sibatê de Pêngava Til Hemîsê destpê kir. Di 7 rojan de Til Hemîs û Til Berak hatin azadkirin. Di destpêka Gulanê de bi Pêngava Rûbar Qamişlo re Çiyayê Kezwan, Mebrûk, Silûk, Girê Spî û Sirîn ji çeteyan hatin paqijkirin. Dûre Hesekê ji çeteyan hat paqijkirin. Bi pêngavên Hol û Tişrînê re hema hema hemû serkêşên girîng ên çeteyan hatin îmhakirin. Di pêngava dawî de me dît, ku çeteyên DAIŞ'ê taktîkên leşkerî winda kirine û bi tenê bi teqemeniyan êrîş dike. Ev nîşaneya qelsbûn û têkçûna vê hêzê ye.

Dema taktîkên teqemeniyê bêbandor tên kirin, ji xwe hingî çeteyên DAIŞ'ê nikare zêde xwe rabigire. Çeteyan bi qasî 40 maşînên bombebarkirî re di dema pêngava Holê de êrîş kirin. Di dema vê pêngavê de jî bi 15-20 maşînên bombebarkirî êrîş kirin. Çeteyên ku bi mezinahiya pêngavê hesiyan, ji Dêrazor û Reqqayê hêz anî. Armanca wan a bingehîn rizgarkirina endamên xwe yên di nava dorpêçiyê de mabûn. Lê belê di encama karê lêgerîn û paqijkirinê yê duh de cenazeyên 33 çeteyan hatin dîtin. Di vê pêngavê de bi sedan çete hatin kuştin. DAIŞ bi hemû hêza xwe li ber xwe dide, lê nikare li hemberî hêza dînamîk a QSD'ê bisekine."

...