Gundiyên Heftanînê Davûtoglû derewandin
Serokwezîrê Tirk îdîa kiribû, ku di êrîşa hewayî ya 17'ê Sibatê ya li hemberî Heftanînê de 70 gerîla hatine kuştin. Gundiyên li vê herêmê ji ajansa me re axivîn û Serokwezîrê Tirk derewandin.
Serokwezîrê Tirk îdîa kiribû, ku di êrîşa hewayî ya 17'ê Sibatê ya li hemberî Heftanînê de 70 gerîla hatine kuştin. Gundiyên li vê herêmê ji ajansa me re axivîn û Serokwezîrê Tirk derewandin.
Li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafirên şer ên Tirk di êvara 17'ê Sibata 2016'an de bombe li bundê Banekê barandin. Serokwezîrê Tirk îdîa kiribû, ku di êrîşa hewayî ya 17'ê Sibatê ya li hemberî Heftanînê de 70 gerîla hatine kuştin. Gundiyên li vê herêmê ji ajansa me re axivîn û Serokwezîrê Tirk derewandin.
Gundiyan dan xuyakirin, ku ti hincet ji bombekirina gundên wan re nîne û diyar kirin, ev êrîş ne ya yekê ye. Gundiyan dan zanîn, balafirên şer ên Tirk timî xaka Başûrê Kurdistanê bombe dikin û anîn ziman, ku ew bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hêzên navneteweyî ya li pêşberî van êrîşan fêm nakin.
Ji ber bomberdûmanê li gund zerareke mezina madî rû daye. Gundiyên nikarin biçin nava dehl û rezên xwe, her wiha nikarin heywanên xwe jî bidin çêrandin. Gundiyan diyar kirin, li herêmê timî balairên keşfê digerin û di her firsendê de balafirên şer ên Tirk wan hedef digirin, lewma gelek gundiyan gundê xwe vala kirine û çûne Zaxoyê.