Li ser sînorê Rojava 'dîwarê şermê' hînê tê lêkirin

Lêkirina dîwarê şermê yê dewleta Tirk, ku berî çend mehan di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest pê kiribû, dewam dike.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di navbera bajarên Kurdistanê yên Qamişlo û Nisêbînê de artêşa Tirk dîwaran lê dike. Dîwarên ku di navbera her du bajaran de tê lêkirin herî kêm 3 metre bilindahiya xwe heye. Gelek kepçe û wesayîtên kolandinê jî, ji aliyekî ve xendekên 3 metre kûr û 2 metre fireh dikolin.

Liv û tevgera leşkeran jî di heman demê de li ser sînor bê navber dewam dike.