DBP û HDP: Em tevlî merasîma Mehmet Tûnç û birayê wî bibin

DBP û HDP’ê ji bo merasîmên cenaze yên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ku sibehê wê li Şirnexê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Hevserokê Meclîsa Gelê Şirnexê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hatin qetilkirin, wê sibehê li Şirnexê bên defnkirin. Beriya cenazeyê, Cîgirê Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Şirnexê Yahya Îdîn, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, bi civînek çapemeniyê ya li avahiya bajar a DBP’ê, banga tevlîbûna girseyî kirin.

Îdîn di civînê de axivî, diyar kir ku Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Tûnç ê got, “Berdêlê wê çi dibe bila bibe, em ê teslîm nebin, bila gelê me bi me re serbilind be” rûhê berxwedana pêvajoyê ye, bang li her kesî kir ku li Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê tevlî merasîma cenaze bibin.

Îdîn diyar kir ku cenazeyên birayên Tûnç wê saet 13.00’an ji Goristana Bahçelîevler bê girtin, wiha got: “Em tevahî gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dawetî merasîma şehîdên xwe dikin.”