KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
16 şervanên YPG/YPJ’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, cenazeyên 16 şehîdên berxwedaniya Girê Spî û Eşrefiyê ku li hemberî çeteyên êrîşkar bi qehremanî li ber xwe dan, hatin oxirkirin. -
Însiyatîfa Gel: Divê berxwedan bê mezinkirin, her kes bimeşe Sûrê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, heta dorpêça qetlîama li Sûrê bê rakirin, banga şev û roj berxwedanê kir. Însiyatîfa gel, xwest ku heta gelê Amedê bikeve Sûrê divê ti kes kolanan neterikîne. -
Deh hezar dibêjin “Tolhildan”
Bi deh hezaran kesên bi biryar ber bi Sûrê ve ketin rê, rexmê hemû êrîşan bi dirûşmên “Tolhildan” meşê berdewam dikin. -
Gelê Amedê bendên li derdorî Sûrê hilweşandin
Gelê Amedê, bendên polîsên Tirk ên ku li derdora Sûrê hatin danîn, hilweşandin. -
Ji 7 heta 70’ê salî hemû Amedî li ber xwe didin
Li Amedê tevî hemû êrîşên giran ên dewleta Tirk meşa deh hezar kesan ber bi Sûrê ve didome. Li hemberî êrîşan, berxwedan li tevahî bajar belav bû. -
Li Cizîrê 3 teqîn
Li Taxa Nûra navçeya Cizîrê seatên bi roj de 3 teqînên ku sedema wan nehat zanîn pek hatin. -
Amed diherike Sûrê, êrîş û berxwedan didome
Bi hezaran kesên ku ji bo dorpêça qetlîama Sûrê bişkînin li gelek nuqteyên Amedê li hev civiyan, dema saet bû 16.00’an bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Sûrê” ve ber bi Sûrê dest bi meşê kirin. -
Yuksekdag li Cizîrê ye: Wê dîroka berxwedana lehengan bê nivîsandin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeya Cizîrê ke rêveberiya awarte bi roj hate rakirin lêkolîn kir. -
Li Nisêbînê ji bo wesayîtên zirxî çeperên ji betonê hatin avakirin
Li Nisêbînê ku dorpêç û terora hêzên dewleta Tirk lê didome, ji bo wesayîtên zirxî yên êrîşî taxan dikin ji betonan çeper tên avakirin. -
Dewleta Tirk êrîşî dîrokê dike
Li Hezexê terora dewleta Tirk berdewam dike, hêzên dewleta Tirk “Kaniya Tîmur” a 600 salî hedef girt û hilweşand. -
Li Şêxmeqsûdê 16 welatî birîndar bûn
Ji ber êrîşa çeteyên El-Nusra, El-Şam û hevalbendên wan ên nû, ya li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê 16 welatiyên sivîl birîndar bûn. -
Kurdistanê berê xwe da Sûrê
Gelê Kurdistanê yê hewl dide pêşî li qetlîama Sûrê bigire, ji bo meşa Sûrê diherike Amedê. -
Cenazeyê Tankan a li Cizîrê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Çîmen Tankan a li Cizîrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî li Silopiyayê hat veşartin. -
Cenazeyê li Cizîrê di sindoqê de hat dîtin hat teşxîskirin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê cenazeyê ku di sindoqek malekê de bi awayekî qetilkirî hat dîtin ê Sahîp Edîn e. -
NPG: Çalakiyên li dijî xeta petrolê ji aliyê MÎT'ê ve hatine kirin
NPG: Ti pêwendiya tevgera me û komên din ên welatparêz bi çalakiyên li hemberî xeta petrolê re nîne. Li gorî dîtina me; ev çalakî bi armanca provokasyonê ji aliyê MÎT'ê yan jî komên kontra yên ser bi MÎT'ê ve hatine kirin. -
Tevgera hewayî bênavber dewam dike
Tevî bomberdûmanê, tevgera hewayî ya balafirên şer û keşfê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. -
Demîrtaş ji Ala re got: Hedê xwe zanibe
Li hemberî gefa Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Ala ku ji bo meşa xwedîderketina li Sûrê ya îro got, 'provokasyon e', Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ev bersiv da: Hedê xwe zanibe. -
Li pêşiya Cizîrê bi kîlometreyan rêza ji wesayîtan çêbû
Piştî ku "qedexeya derketina derve" bi rojê li Cizîrê hat rakirin, girseya gel berê xwe da navçeyê, lê belê ji ber du nuqteyên kontrolê yên hêzên dewletê rêzên dirêj çêbûn, mirov bi saetan di rê de man e. -
Li Hezexê 2 cenaze hatin dîtin
Li taxa Tûrgût Ozal a Hezexê, ku êrîş li ser giran e, cenazeyên 2 kesên nasnameya wan nehat tespîtkirin, hatin dîtin. -
YPG’ê nasnameyên cangoriyên Girê Spî eşkere kir
YPG’ê nasnameyên cangoriyên di berxwedana Girê Spî û Silûkê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Balafirên şer bombeyan li Hezexê dibarînin
Balafirên şer ên F-16 bombeyan li derdora Hezexê dibarînin. -
Avesta: Ruhê Sûrê ruhê Kurdê azad e
Avesta diyar kir, berxwedana ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, vîneke mezin derxistiye holê û got, "Berxwedana li Bakurê Kurdistanê, sekna Kurdê azad e. Ti tişt nikare xwe li ber sekna Kurdê azad bigire." -
Berdevkê YPG'ê: Li Girê Spî 291 çete hatin kuştin
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl li ser detayên êrîşa 27'ê Sibatê ya çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiye û Reqqayê bir ser Girê Spî civîneke çapemeniyê lidar xist. Xelîl diyar kir, di şerê 3 rojan 291 çete hatin kuştin. -
Li Hezexê topbaran û şerê dijwar bû
Li navçeya Hezexê, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk danê sibehê şer ji nû ve dijwar bû. Ji ber topbarana hêzên dewletê, agir bi gelek xaniyên li taxa Tûrgût Ozal ket. -
Amed ji bo biherike Sûrê amade ye
Li ser banga KCD, DBP, HDP û KJA'yê îro wê gel ji hemû navçeyên Amedê biherikin Sûrê. Amadekariyên meşê bi dawî bûn.