Deh hezar dibêjin “Tolhildan”
Bi deh hezaran kesên bi biryar ber bi Sûrê ve ketin rê, rexmê hemû êrîşan bi dirûşmên “Tolhildan” meşê berdewam dikin.
Bi deh hezaran kesên bi biryar ber bi Sûrê ve ketin rê, rexmê hemû êrîşan bi dirûşmên “Tolhildan” meşê berdewam dikin.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ê li ser gelê ku ji bo dawîanîna dorpêça li ser Sûrê, ji gelek nuqteyan dest bi meşê kirin. Di navbera hêzên dewleta Tirk û gelê li hember êrîşan ketin berxwedanê de şer li tevahiya bajar belav bû. Li aliyê din jî meşa ber bi Sûrê ve didome.
Deh hezar kes maskeyên kesên ku di qetlîamên Cizîr û Silopiyayê de jiyana xwe di dest dane li xwe kirin. Di nava kolanan de bi kom digihijin hev û ber bi navçeyê ve diherikin.
Gelê ku ber bi Sûrê ve dimeşin, bendên polîsên Tirk jî hilweşandin, bi biryar in ku bikevin navçeyê. Gel bi dirûşmên “Tolhildan” hêrs û kîna xwe tîne ziman, bajar bi dirûşman dihejîne.
GELÊ KAYAPINARÊ NÊZÎ SÛRÊ BÛ
Bi hezaran kesên ji bo rawestandina qetlîama li sûrê ji Kayapinarê ketin tevgerê, rexmê êrîşa polîsan jî gihiştin semta Ofîsê. Meşa karkerên Şaredariya Kayapinarê ya ji şaredariyê jî didome. Bi hezaran kesên li Cadeya Lîse kom bûn, barîqat danîn û agir pêxistin.
ERGANIYÎ BI DERBASKIRINA BARÎQATAN DIMEŞIN SÛRÊ
Bi hezaran gelê Erxeniyê bi boneya dorpêça li ser Sûrê bişkînin û tev li Meşa Sûrê bibin, barîkatên hêzên dewletê yên pêşiya xwe hilweşandin û meşa xwe berdewam kirin. Gelê Erxeniyê barîkata hêzên dewletê ku di derketina navçeyê de hatibû avakirin şikandin û siloganên "TC'ya faşîst ji Kurdistanê biheceme" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana Surê" meşiyan. Bi hezaran piştî barîkat şikandin ber bi Sûrê ve dest bi meşê kirin.
GELÊ BISMILÊ: ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BIGIHÊJIN SÛRÊ
Ji navçeya Bismîlê ya Amedê welatiyên ku ji bo tevlî meşa Sûrê bibin derketin rê ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkrin. Ligel astengkirina polîsan bismiliyên ku bi biryar in xwe bigihînin navçeyê berxewdana xwe didomînin.
Hevserokê DBP'ê yê Bismilê Hahîb Akinci diyar kir ku çi dibe bila be ew ê xwe bigîhinin Sûrê û wiha got: "Ligel hemû astengiyan em ê bimeşin Sûrê. Nivê şevê be jî em ê xwe bigîhinin Sûrê."