Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl li ser detayên êrîşa 27'ê Sibatê ya çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiye û Reqqayê bir ser Girê Spî civîneke çapemeniyê lidar xist. Xelîl diyar kir, di şerê 3 rojan 291 çete hatin kuştin.
YPG’ê encamên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku di 27’ê Sibatê de bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Girê Spî, bajarokên Silûk û Mebrûka pêk hatibûn, eşkere kirin. YPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnên 3 rojan de 291 çete hatine kuştin. 43 şervanên YPG/YPJ û Hêzên Parastina Civakî jiyana xwe ji dest dane.
YPG’ê derbarê mijarê de li Serêkaniyê civînek çapemeniyê li dar xist. Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl bi beşdariya dezgehên çapemeniyê di civînê de agahî dan û destnîşan kir ku bêyî destek û alîkariya Tirkiyeyê ne mimkûn e ku çeteyên DAIŞ’ê yên 35 km dûrî herêmê ne, êrîşêke wiha berfireh li dar bixin. Xelîl da zanîn ku 3 cihên ku çeteyan kiribûn hedefa xwe li beramberî qereqolên leşkerî yên Tirkiyeyê ne.
Rêdûr Xelîl da xuyakirin ku li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) di encama pevçûnên 3 rojan de 291 çete hatine kuştin û ji wan cenazeyên 125 kesan ketine destê YPG/YPJ’ê. Her wiha 6 çete jî bi saxî hatine girtin. Xelîl got ku di pevçûnan de gelek belge jî hatine desteserkirin, mîna li ser cenazeyê çeteyekî çeqmaqekî artêşa Tirk ku sirûda netewî ya Tirk û ala Tirkiyeyê li ser e hate dîtin. Rêdûr anî ziman ku ji bilî leşkerên Tirk kes nikare van çeqmaqan bikar bîne û diyar kir ku bi cenzeyên çeteyan re hejmarên telefonên Tirkiyeyê, agahî û daneyên derbarê cihê ku êrîş kirine jî hatin dîtin û ev jî tesbît dike ku dewleta Tirk bi awayekî rasterast li pey vê êrîşê ye. Xelîl destnîşan kir ku hejmara çeteyên kuştî ji vê zêdetir e jî, û agahî ketine destê wan ku çeteyan cenazeyên xwe birine Tirkiyeyê.
Xelîl anî ziman ku di pevçûnan de 43 şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastinê û Asayîş jiyana xwe ji dest dane. Rêdûr Xelîl got: “Komên çete yên ku nefesên xwe yên dawî li Reqqayê dikişînin, xwestin rêya di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê bigrin. Ji ber vê yekê ji Reqqa, Dêra Zor, Heleb û Tirkiyeyê êrîş kirin. Tevî hejmara zêde ya çeteyên êrîşkar û amadekariyên demdirêj ku jê re kirine, lê hêzên me van êrîşan ji binê ve vala derxistin û di nava 24 saetan de çete ji vê herêmê qewitandin. Xelîl got ku ev duyemîn êrîşa dijwar a piştî komkujiya Kobanê ye.
Xelîl bi rêya nexşeyekê ji beşdaran re çawaniya derbasbûna çeteyan ji Reqqa û Tirkiyeyê şîrove kir. Piştre rojnamevanan pirsên xwe kirin û hemû pirs hatin bersivandin.