Kurdistanê berê xwe da Sûrê

Gelê Kurdistanê yê hewl dide pêşî li qetlîama Sûrê bigire, ji bo meşa Sûrê diherike Amedê.

Amedê îro berê xwe da Sûra ku ji 2’ê Kanûnê ve dorpêç li ser heye.

Ji bo şkandina dorpêça dewletê ya li ser Sûrê û rizgarkirina jiyana şêniyên li Sûrê, îro wê ji her derê bajêr ber bi Sûrê meş bê lidarxistin.
Tevî Walîtiyê giştî têketinê Sûrê qedexe kir û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala tehdît barandin jî, gel bi biryar e ku bimeşe Sûrê.

Gel ê ku ji navçeya Bismilê ji bo tevlî meşê bibe derket rê, bi trenê diherike Amedê. Tren heta ber dev tijî ne. Otobus bê navber mirovan bar dike.

Gelê Pîranê jî ji bo meşa Sûrê ber bi navenda bajêr ve ket meşê.

Farqînê ji saetl 14.00’an ve ji pêşiya Şaredariya Farqîn û avahiya HDP’ê ya navçeyê ve ketin rê. Farqînî bi wesayîtan ji navend û gundan diherikin Amedê.

Di têketina bajar de ji aliyê polîsan nuqteyên lêgerînê hatin danîn, yên diçin Amedê tevahî kontrolên wan ên GBT’ê tên girtin û wisa destûra derbasbûnê didin.

Gelê Êlihê jî ji 5 nuqteyên cuda yên bajêr, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Sûrê” ve ketin rêya Sûrê.