Balafirên şer bombeyan li Hezexê dibarînin
Balafirên şer ên F-16 bombeyan li derdora Hezexê dibarînin.
Balafirên şer ên F-16 bombeyan li derdora Hezexê dibarînin.
Di roja 16. a dagirkerî û terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê de, balafirên şer ên F-16 bombe li dora navçeyê navçeyê barandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bomberdûman li bejahiya gundên Hedil û Îvan ên navçeyê hatine kirin û tevgera balafirên şer a li herêmê dewam dike.
Hat ragihandin, qada hatiye bombekirin nêzî Cehennem Deresî ye, ku berî niha bi çend rojan ji ber gulereşandina ji helîkopteran 12 kes hatibûn qetilkirin.
Wekî din, li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li bejahiya gundên Xelîla û Dînar barandin.