Demîrtaş ji Ala re got: Hedê xwe zanibe

Li hemberî gefa Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Ala ku ji bo meşa xwedîderketina li Sûrê ya îro got, 'provokasyon e', Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ev bersiv da: Hedê xwe zanibe.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala, têkildarî meşa îro saet 16:00 a li Amedê ya ji bo xwedîderketina li Sûrê gef xwar û got, "Provokasyon e, yê vê dike, berpirsyarê encamên rû bidin e." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da vê gefa Ala.

'YÊ DITIRSE BÊRÛMET Û NAMERD E!'

Demîrtaş got, "Divê Wezîrê Karên Hundir bi hedê xwe zanibe. Eger ji wî heye ku bi hejandina tiliya xwe re wê çavên me bitirsîne, xwe dixapîne. Ji bilî Xwedê tirsa me ji kesî nîne. Li hemberî vê faşîzmê kî ditirse ew bêrûmet û namerd e. Di meşê de yê zerarê bide derdorê ew provokator e. Divê gelê me pêşî li mirovên bi wî rengî bigire. Kes wê nikaribe bêje, 'Dema li Sûrê mirov dihat qetilkirin, Amed li şûna xwe rûdinişt'. Bêrûmetiyeke bi vî rengî wê nebe."