Li Şêxmeqsûdê 16 welatî birîndar bûn
Ji ber êrîşa çeteyên El-Nusra, El-Şam û hevalbendên wan ên nû, ya li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê 16 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ku hin tabûrên din jî tevlî wan bûne, li dijî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin. Tabûra El-Qoqaz, Ceyş El-Mucahidîn û hin komên din jî beşdarî van êrîşan bûne û tax dane ber topan. Tax j aliyê Çerxerêya Cendûl, Kastîlo, Şikêf û herêma sînayî ya li bakûrrojhilat ve tê topbarankirin.
Di encama topbarana bi cereyên gazê, topên hawan û moşekan 16 hemwelatiyên sivîl ên taxê birîndar bûn. Ji bo dermankirinê welatî rakirin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd. Ji birîndaran navên 6’an wiha ne: “Sultanê Şêxo, Xedîca Hisên, Henîfa Mihemed Mamîko, Xelîl Seydo û Helîmê Mihemed.”
Di encama êrîşên çeteyan ên ji 16’ê sibatê heta vê kêliyê de 28 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û 330 kes jî birîdnar bûn.