16 şervanên YPG/YPJ’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, cenazeyên 16 şehîdên berxwedaniya Girê Spî û Eşrefiyê ku li hemberî çeteyên êrîşkar bi qehremanî li ber xwe dan, hatin oxirkirin.

Li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, cenazeyên 16 şehîdên berxwedaniya Girê Spî û Eşrefiyê ku li hemberî çeteyên êrîşkar bi qehremanî li ber xwe dan, hatin oxirkirin.

KOBANÊ 12 ŞEHÎDÊN XWE SPART AXÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê cenazeyên 12 şehîdên YPG û YPJ ku di nava QSD’ê de cihê xwe digirtin û di berxwedaniya Girê Spî de jiyana xwe jidest dane, li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê oxir kirin.

Şênî li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn. Piştî ku cenazeyên şehîd Rênas Rûbar (Cîhan Doşkrîn), Elî Mehmûd (Ronî Heyv), Axok Ozlok, Samir El-Hemada, Hessan El-Deho (Şiyar Dilsoz), Rodîn Elo, Rustem (Îbrahîm Mehmûd) û 5 têkoşerên din girtin, ber goristanê ve ketin rê.

Di merasîmê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, berxwedaniya YPG, YPJ û QSD’ê hatin gotin, her wiha wêneyên şehîdên şoreşê jî hatin billindkirin.

Piştî merasîma leşkerî Fermandarê YPG’ê Cemşîd Elî, Berdevkê QSD’ê li Kobanê Şervan Derwîş, cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî Şervan Muslim axivîn. Axaftvanan ji malbatên hemû şehîdên berxwedaniya Girê Spî û Silûkê her wiha tevahiya gelê Rojava re sersaxî xwestin.

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê jî cenazeyên şehîd Heyder Besta (Şêx Sehîd Dawûd), Barîn Mezlûm (Şêrîn Îsmayîl) Xemgîn Amanos (Mihemed Miho) ku di berxwedaniya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê de jiyana xwe jidest dane, li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna oxir kirin. Di merasîmê de ji malbata şehîd Rodîn Elo ku di berxwedaniya Girê Spî de şehîd bûye, sersaxî hat xwestin.

Karwanê oxirkirinê ji pêşiya Nexweşxaneya Avrînê ya li bajarê Efrînê destpê kir û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedaniya YPG û YPJ’ê di nava kolanên sereke yê bajêr re derbas bû û ber bi gundê Afrazê yê navçeya Mabeta ve ket rê. Li wir qada gund bi wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatibû xemilandin û merasîmek hat lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selah Beyrem û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Silêman Cafer axivî.

Di axaftinan de ji malbatên şehîdan re sersaxî hat xwestin û hat gotin ku divê rêya şehîdan heta dawiyê bê şopandin.

Malbatên şehîdan jî axivîn û gotin ku ew ê rêya zarokên xwe ti caran bernedin û tenê ev rê pêşiya Rojava ronî dike, hezkirin û aştiyê dide çandin.

Piştre Rêvebera PYD’ê Hêvîn Elî nasnameyên şehîdan xwend û ew radestî malbatan kir. Piştre cenazeyên şehîdan Heyder Besta (Şêx Sehîd Dawûd), Barîn Mezlûm (Şêrîn Îsmayîl) Xemgîn Amanos (Mihemed Miho) rakirin û birin li Goristana Şehîda Refîq a li navçeya şer oxir kirin.

Bi armaca wergirtina cenazeyê têkoşer Ebdilhemîd Şahîn, welatiyên Amûdê û gundên girêdayî wê, li pêşiya navenda Heyva Sor a Amûdê kom bûn. Piştî wergirtina cenaze, girseya gel bi karwanekî wesayitan berê xwe dan goristana Şehîd Îsmayîl ya Amûdê.

Piştî karwanê wesayitan gihişt goristanê, endamên xweparastinê cenazeyê têkoşer hilgirtin ser milên xwe û derbasî goristanê bûn.

Piştî ku cenaze derbasî goristanê hat kirin, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Destpêkê, merasîmek leşkerî ji aliyê endamên xweparastinê ve hat lidarxistin.

Piştre, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Endamê saziya malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xelo û Hevseroka Meclîsa Bajarê Amûdê Fatma Silêman, axivîn.

Di destpêka axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat gotin ku ew ê her dem şopdarên rêya têkoşeran bin.

Dûv re belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre li ser navê malbata têkoşer, bavê wî Muhemed şahîn axivî û got ku kurê wî şehîdê tevahiya gelên Rojava ye û ew ê her dem li ser fikir û felsefeya Ocalan, bimeşin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê têkoşer di nava tilîlî û dirûşmeyan de, hat definkirin.