Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), der barê nûçeyên li ser êrîşa li hemberî xeta petrolê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya niha bi demekê di çapemeniyê de hat weşandin, ku li navçeya Riha Sêweregê li hemberî xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalik çalakiyek hatiye lidarxistin û hin derdoran îdîakirin ku ev çalakî ji aliyê Tevgera me ve hatiye kirin. Bi vê îdîayê re rexneyên neheq û nerast li tevgera me kirin. Li gorî nûçeyên hatin weşandin, herî dawî roja 27'ê Sibatê li heman xeta petrolê, vê carê li navçeya Şirnex Hezexê çalakiyeke sabotajê hat kirin û ev lûle hat teqandin.
Me ev her du çalakî jî ji gelek aliyan ve lêkolîn kirin. Encama zelal a me b dest xistiye ev e; Ti pêwendiya tevgera me û komên din ên welatparêz bi çalakiyên li hemberî xeta petrolê re nîne. Li hemberî vê xeta petrolê, hêzên ser bi tevgear me û komên cuda yên welatparêz ti çalakî nekirine.
Xuya ye di vê pêvajoya dîrokî ya ku têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê tê de ye, hin hêz dixwazin fitneyê bixin navbear hêzên Kurd û bi zêdekirina nakokiyan re provokasyonê biafirînin. Li gorî dîtina me; ev çalakî bi armanca provokasyonê ji aliyê MÎT'ê yan jî komên kontra yên ser bi MÎT'ê ve hatine kirin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Weke tevger û weke Hêzên Parastinê yên Gelê Kurdistanê, ji bo çalakiyê li hemberî petrola ji Kerkûkê diherike Yûmûrtalikê lidar bixe ti sedemeke me nîne. Lê belê di demeke ku li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk komkujiyên xwînxwarî dike û gelê me bi têkoşîneke xurt berxwedaneke mezin dimeşîne de, ji bo afirandina projeyên nû yên li heman qadê û ji bo çêkirina xetên nû yên gazê, destûra gelê me yê li Bakurê Kurdistanê divê. Eşkere ye, hemû projeyên nû yên bêyî erêkirin û destûra gelê Bakurê Kurdistanê bi dewleta Tirk a faşîst re werin kirin, wê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me bên bikaranîn. Lewma, bi taybetî rêveberiya Başûrê Kurdistanê girîng e hemû hêzên Kurdistanî li gorî vê rastiyê tevibgerin, têkiliyên xwe yên bi dewleta AKP'ê re ji nû ve binirxînin. Ev yek erkeke welatparêziyê ye. Em van agahî û tespîtan bi rêzdarî pêşkêı raya giştî û gelê xwe dikin."