Amed diherike Sûrê, êrîş û berxwedan didome

Bi hezaran kesên ku ji bo dorpêça qetlîama Sûrê bişkînin li gelek nuqteyên Amedê li hev civiyan, dema saet bû 16.00’an bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Sûrê” ve ber bi Sûrê dest bi meşê kirin.

Bajar bi dengên dirûşm, fîtik û qornayan dilerize.

Li dijî qetlîama ku hêzên dewleta Tirk dixwazin li navçeya Sûr a Amedê pêk bînin, bi hezaran kes lig elek nuqteyên bajar kom bûn. Hezaran, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Sûrê” “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Faşîst TC ji Kurdistanê biceheme” berz kirin, ber bi Sûrê ve ketin tevgerê. Hezarên ku tevlî meşê bûn, rûpoşên ku wêneyên berxwedêrên Silopiya û Cizîrê li ser bûn danîn ser rûyên xwe, dirûşmeyên, “tolhildanê” qîr kirin. Bi hezaran welatiyên li Meclîsa Taxê ya Hûzûrevlerî kom bûn jî ber bi Navenda Çanda Cîgerxwîn ve ketin meşê. Meşa girseyê ya ber bi Hûzûrevlerî dewam dike.

KAYAPINAR

Li Parka Rojava jî ji bo bimeşin Sûrê bi hezaran welatî kom bûn. Girseya ku dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Sûrê berz dike, her diçe mezintir dibe. Li derdora parkê jî TOMA bi cih bûne. Gel wê ji Bûlvara Dîcle Kentê ber bi Sûrê bimeşe. Her wiha welatiyên li pêşiya Meclîsa Gel a Gazîler kom bûn jî ji bo xwe bigihînin girseya li ber Park Ormanê ketin meşê.

REZAN

Li navçeya rezan jî bi hezaran kes bi boneya dorpêça Sûrê bişkînin û beşdarî meşa Sûrê bibin li ber avahiyên HDP û DBP'ê kom bûn û dest bi meşê kirin. Welatiyên gundên derdorê ji ji bo beşdarî Meşa Sûrê bibin berê xwe dan Sûrê.

YENÎŞEHÎR 

Li navçeya Yenişehirê jî girseya ku li ber avahiya KCD'ê kom bûn, ber bi Sûrê ve meşiyan. Girseya dest bi meşê kir, siloganên "Biji berxwedana Surê", "Amed isyane Sur silav e" û "Biji Serok Apo" berz dikin. Girsê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Bûyer li kolanan belav bûn.