Cenazeyê li Cizîrê di sindoqê de hat dîtin hat teşxîskirin

Li Taxa Cûdî ya Cizîrê cenazeyê ku di sindoqek malekê de bi awayekî qetilkirî hat dîtin ê Sahîp Edîn e.

Cenazeyê li maleke bûye xirbe ya li Kolana Akdenîz ya Taxa Cûdî ya Cizîrê, di hundirê sindoqê de hat dîtin ji aliyê malbatê hat teşxîskirin. Cenazeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, yê Sahîp Edîn ê 30 salî ye. Cenazeyê Edîn ê tê gotin ku ji aliyê hêzên dewletê hatiye qetilkirin, piştî karên otopsiyê wê ji aliyê malbatê bê wergirtin.

Cenazeyê birayê Edîn, Mehmet Edîn ê di jêrzemînên wehşetê de hatibû qetilkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû teşxîskirin, lê piştre hatibû diyarkirin ku cenaze şandine Cizîrê. Tevî hemû lêgerînên malbatê jî cenazeyê Edîn nehat dîtin.