Yuksekdag li Cizîrê ye: Wê dîroka berxwedana lehengan bê nivîsandin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeya Cizîrê ke rêveberiya awarte bi roj hate rakirin lêkolîn kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku rêveberiya awarte ya di 14'ê Kanûna 2015'an de dest pê kiribû piştî ku bi roj hate rakirin berikîna welatiyan a li ber bi navçeyê didome. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak ji bo lêkolînan hatin navçeyê. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz di têketina navçeyê de ew pêşwazîkirin.

Heyeta ku hate destpêkê çûn avahiyên ku hovîtî pêk hatin. Heyeta ku li avahiyên ku zêdetirî 150 cenaze hatin derxistin lêkolîn kirin li jêrzemîna yekemîn a li Kolana Bostanciyê parçeyên cenazeyên welatiyan û hestiyên wan dîtin. 

Ligel ku hêzên dewletê zêdetirî du hefteyan hewl da delîlan reş bikin, li kolanan qalikên guleyan û bermahiyên kolanan jî hatin dîtin.

DAXUYANÎ HATE DAYÎN

Piştî lêkolîna li avahiyan hate kirin Yuksekdag axivî û got ku êrîş wê tu caran negihîje armanca xwe. Yuksekdag bilêv kir ku ji ber ku dewletê li vî axê winda kiriye qatlîamê pêk tîne û nirxandina "Dê Cizîr ji vî hovîtiyê bi serbilindî derkeve" kir. 

Heyetê ki jêrzeminên duyemîn û seyemîn jî lêkolîn kir li kolana ku cenazeyê jinekî hatibû teşhîrkirin daxuyanî da. Yuksekdag bilêv kir ku hêzên dewletê li her kolanê hovîtî pêk aniye û wiha got: "Berxwedêra ku li vî kolanê hate teşhîrkirin jî asta vî hovîtiyê nîşan dide."

'DIVÊ WALIYÊ ŞIRNEXÊ HESABÊ HOVÎTIYÊ BIDE'

Yuksekdag a nirxandina "Dewletê li vî kolanê bêexlaqiyekî mezin kir" kir got ku wan ji mirovahiyê nesûbê xwe negirtine. Yuksekdag daxuyaniya Walîtiya Şirnexê jî bi bîr xist û wiha got: "Dewleta ku bedena jina ku qetil kiriye teşhîr dike piştî v3i bêexlaqiyê vê carê jî xwe spart derewan. Wê rojê parlamenterê me Faysal Sariyildiz got ku jinan ku hatiye teşhîr kirin li vî kolanê bûye. Lê waliyê dewletê îda kir ku wêne li vî kolanê nehatiye kişandin. Walî ne hesabê jina ku qetil kir ne jî hesabê teşhîrkirinê da."

Yuksekdang hemû jinên berxwedêr silav kir û got ku ev îxtidar wê li ser piyan nemîne, îxtidar jî dizane ku wê li ser piyan nemîne. 

yuksekdag bilêv ku dewletê ji bo şopên hovîtiyê ji holê rake gelek tiş kiriye, kolanan hê jî parçeyên mirovan hene, lê ev îxtidar wê nikaribe li vî axê bi xwînê dîrokê binivîsîne û nirxandina "Li Cizîrê qehremanan bi berxwedana xwe ve dîrok nivîsandin" kir. 

Heyet piştî lêkolînê derbasî Şaredariya Cizîrê bû.