Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, heta dorpêça qetlîama li Sûrê bê rakirin, banga şev û roj berxwedanê kir. Însiyatîfa gel, xwest ku heta gelê Amedê bikeve Sûrê divê ti kes kolanan neterikîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “TC wek li Cizîrê dixwaze bi awayekî namerdî û qehpetî li Sûrê jî qetlîamekê pêk bîne. Lê, wê her kes bibîne ku gelê Amedê destûrê nade vê. Nihal i tevahî tax û kolanan gelê me berxwedanek bi rûmet dimeşîne. Êrîşên nemerdî yên dewletê wê bi berxwedana me ya pîroz ve têk biçe. Divê ti kes kolanan neterikîne. Heta gelê li Sûrê ji wir bê girtin wê berxwedan bidome. Danê êvarî divê tevahî welatî li cihê xwe dakevin kolanan û ber bi Sûrê bikevin meşê. Her kolan divê ji TC ya alçak re bibe dojeh.”