Ji 7 heta 70’ê salî hemû Amedî li ber xwe didin

Li Amedê tevî hemû êrîşên giran ên dewleta Tirk meşa deh hezar kesan ber bi Sûrê ve didome. Li hemberî êrîşan, berxwedan li tevahî bajar belav bû.

Li Amedê tevî hemû êrîşên giran ên dewleta Tirk meşa deh hezar kesan ber bi Sûrê ve didome. Li hemberî êrîşan, berxwedan li tevahî bajar belav bû.

Li Amedê ji bo şikandina dorpêça li Sûrê û pêşîlêgirtina qatlîamê, meşên ku hatin destpêkirin didome. Di meşan de dirûşmên "Faşîst TC li Kurdistanê biceheme" "Bijî berxwedana Sûrê" "Bijî Serok Apo" tên berzkirin. Hêzên dewletê êrîşî gel kirin, lê gel bi kevir û molotofan ve bersivê dide. 

OFÎS JI BO SÛRÊ DI BERXWEDANÊ DE YE

Ji bo şikandina dorpêça li Sûrê li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê, bi hezaran kesên ku li ber KCD'ê kom bûn bi çepik û tîlîliyan ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin lê gel jî bi keviran ve bersiv didin. Gel cadeya Gevranê li trafîkê girtin "u dirûşma "Her der Sûr her der berxwedan" berz dikin. 

Berxwedana gel, li her derê bajar belav dibe.