Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta beşdarî bernameya Çira Welat a qenala Çira TV bû û rewşa li herêmê nirxand. Avesta diyar kir, ruhê berxwedan û azadiyê li Îmraliyê destpê kiriye û berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî dewama vî ruhî ye.
'JI BO PROJEYÊN AŞTIYÊ NEKEVIN DEWRÊ, HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ BIRÎN'
Avesta di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û da zanîn, li Tirkiyeyê faşîzma qesrê ya Erdogan li ser kar e. Avesta ragihand, ev faşîzm ewilî li Îmraliyê destpê kiriye û tecrîda li Îmraliyê bi vî rengî nirxand: "Pêvajoyek hebû. Vê pêvajoyê di nava gelan û raya giştî de hêviyek afirandibû. Gelê Kurd jî ketibû nava bendewariyekê. Bendewariya çareserî û aştiyê bi deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibata 2015'an re dewam kir. Ev deklerasyon nexşerêya çareseriyê ya ji deh xalan bû. AKP mîna ku afirînerê çareseriyê ye tevdigeriya. Tevî ku deklarasyon hat weşandin, daxuyanî hat dayîn û Rêber Apo di Newroza 2015'an de jî danezanek weşand jî, ji bo çareseriyê ti gav neavêt. Ji ber vê yekê Rêber Apo nerazîbûn nîşan da. Qebûl nekir, rewş bi vî rengî bimeşe. Da xuyakirin, ku divê bi tenê ji bo sohbetê çûn û hatine Îmraliyê neyê kirin. Destnîşan kir, ku eger çûn hatin wê bi vî rengî be, bila hevdîtin neyê kirin. Eger dewleta Tirk hevdîtinên li Îmraliyê bidomanda, wê neçar bima projeyên aştiyê bi cih baniya. Lewma hevdîtinên li Îmraliyê sekinand."
'RUHÊ AZADIYÊ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR'
Avesta da xuyakirin, ku AKP'ê ji bo pêvajoya çareseriyê ti hêvî nedaye, li şûna afirandina çareseriyê rê xitimandiye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li hemberî vê neçareseriya AKP'ê xwestiye çareseriyê biafirîne. Avesta da zanîn, ku ji ber israra Ocalan a ji bo çareseriyê, ev hevdîtin hatine birîn.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'e Sozdar Avesta diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha di nava berxwedanê de ye, berxwedana roja îro li Girava Îmraliyê destpê kiriye û got, "Berxwedan, helwesta pîroz, sekna hêja, ruhê azadiyê li Îmraliyê destpê kirin. Rewşa li herêmê û Kurdistanê, berxwedana bênavber dewama vê ne. Ji ber vê yekê agahî ji Girava Îmraliyê nayê wergirtin. Lewma heyet nikarin biçin, girtiyên li cem wî tên sirgûnkirin."
'YÊ KU KARIBE VÎ ŞERÎ BISEKINÎNE, RÊBER APO YE'
Avesta anî ziman, rewşa li Îmraliyê êdî tecrîd jî derbas kiriye, ya ku AKP û dewleta Tirk dike ti pêwendiya xwe bi pîvanên tecrîdê re jî nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rewşa li Îmraliyê bi taybetî tê nirxandin. Bi qanûnên şerê taybet tê nirxandin. Di vê qanûna şerê taybet de dîktatorî, faşîzm heye. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin rûmeta gelê Kurd binpê bikin. Dixwazin gelê Kurd terbiye bikin. Dixwazin gelê Kurd bikişînin ser xeta xwe. Rêber Apo di vê mijarê de çend caran dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hişyar kir. Yekane kesê di vê rewşê de çareseriyê biafirîne Rêber Apo ye. Yê ku vî şerî dikare bisekinîne Rêber Apo ye. Bêyî Rêber Apo ti prosedur bi pêş de naçe. Eger Tirkiye dixwaze bi hêzên navneteweyî re vê pirsgirêkê çareser bike, dixwaze ev şîdeta li Bakurê Kurdistanê biqede, hingî divê beriya her tiştî bi Rêber Apo re hevdîtinan bike. Lê ev hevdîtin wê ne bi rêbaza 'em li ku man, ji wir bidomînin' be. Divê gavên di wê demê de nehatin avêtin bên avêtin û bi vî rengî dewam bike."
'BERXWEDAN KETIYE QONAXEKE NÛ'
Avesta bal kişand ser bûyer û qewimînên li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku li wir berxwedaneke bi rûmet heye. Avesta da zanîn, rewşa li Bakurê Kurdistanê nabe ji ya herêmê cuda bê nirxandin û wiha peyivî: "Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, ji nû ve tê nirxandin. Hemû hêz dixwazin li ser herêmê serwer bin. Yek ji hêzên dixwaze xwe weke modeleke nû ya Rojhilata navîn nîşan bide, Dewleta Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêka sed salî ye. Heta niha qala 29 raperînan hat kirin. Eger ji wan nehatin li hemberî 28 raperînan tiştekî bikin, li hemberî raperîn 29. nikare ti tiştî bikin. Eger bi vî rengî bidomînin, 40 salên din jî dewam bike, nikarin tine bikin, nikarin berxwedanê bişikînin, nikarin pêşî li têkoşînê bigirin. Li Bakurê Kurdistanê berxwedan ne cara yekê ye tê kirin. Berxwedaneke ji dehan salan hene. Ev 32 sal in têkoşîna çekdarî heye. Ev 45 sal in nêrînên Rêber Apo û avabûna PKK'ê heye. Ev berxwedan bi salan e dewam dike. Ev şerekî birûmet e, yê xweparastinê ye. Bila gelê me, raya giştî û dewleta Tirk jî bi vê zanibin; berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye. Bi mehan e ev şer li bajaran dewam dike û heta bi ser bikeve, wê bidome."
'RUHÊ SÛRÊ RUHÊ KURDÊ AZAD E'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta da xuyakirin, ku dewlet tengav bûye, di nava rewşeke xitimandî de ye û diyar kir, AKP di nava faşîzma xwe de fetisiye, yekane rêya rizgariya ji vê rewşê çareseriya pirsgirêka Kurd e.
Avesta anî ziman, berxwedana ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Bakurê Kurdistanê tê nîşandan, vîneke mezin derxistiye holê û got, "Berxwedana li Bakurê Kurdistanê, sekna Kurdê azad e. Ti tişt nikare xwe li ber sekna Kurdê azad bigire. Yên ku di sedsala 21'an de dixwazin li herêmê serdest bin, ev faşîzm e. Di vê oxirê de çavsorî bûne. Mirovên birîndar dişewitînin, mirovan bi paş panzeran ve dikin û bi erdê re kaş dikin, milîtanên daxwaza azadiyê dikin, wan tazî dikin, li pêş çavên her kesî pêkanînên bê exlaqî, bê îmanî û li dijî mirovahiyê dikin. Lê belê vê rewşê di nava Kurdan de rê li ber vîneke mezin vekir. Êdî li herêmê Kurdên nû diafirin. Sekneke nû derdikeve holê. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ruh dide Rojhilata Navîn. Berxwedana Cizîrê ruh dide herêmê. Berxwedana Sûrê, ruhê SAûrê ruhê Kurdê Azad, ruhê jina azad, ruhê ciwanê azad, ruhê akademîsyen û rojnamevanên azad e. Ruhê xwendekar, esnaf û gundiyan e. Ruhê temamiya civakê ye. Ya bi ser ketiye Cizîr e, Sûr e, Hezex e, Kerboran e, Nisêbîn e, Gever e. Ya bi ser ketiye ruhê azadiyê yê sedsala 21'an e."
'GEL DIBÊJE BILA GERÎLA TOLÊ RAKE'
Avesta di pêvajoya heyî de bal kişand ser rola gerîla û got, "Di dema bihurî de me dît bê gerîlayên azadiyê rola xwe di kîjan astê de lîst. Eger îro li Kurdistanê şer li bajar û gundan tê meşandin, ev yek çandeke ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hatiye afirandin e. Gerîlayên Azadiyê wê di sala 2016'an de bi berpirsyariya xwe rabin û gelê xwe biparêzin. Gerîla dizane ji bo çi têdikoşe. Haya xwe ji vê heye. Gerîla wê di dema pêş de bi her awayî bi rêbazeke nû bikeve dewrê. Û wê bi vî rengî pêvajoyê bi rê ve bibe. Bala gel bêguman li ser gerîla ye. Li hemberî wehşeta li Cizîrê hat kirin gel dibêje 'gerîla bila tolê rake'. Gel gerîla dawet dike. Û gerîla jî wê bi erka xwe rabe û gel biparêze."
'CIHGIRTINA YBŞ Û YJŞ DI NAVA PÊNGAVÊ DE, WEZÎFEYEKE EXLAQÎ YE'
Li ser operasyona Mûsil-Telafer a di rojevê de ye Avesta da xuyakirin, ku ji aliyê cografîk ve pareke girîng a Şengalê di vê operasyonê de heye, lewma hêzên li Şengalê wê di vê operasyonê karibin bi roleke mezin rabn.
Avesta bal kişand ser girîngiya operasyona Mûsil-Telaferê ji bo civaka Êzidî û got, "Li xeta Mûsil-Telaferê gundên civaka Êzidî hene. Di vê pêngavê de divê ew gund bên azadkirin, ji çeteyan bên paqijkirin. Ji bo vê jî rola Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) girîng e, YJŞ wê bibe hêza pêşneg. Her wiha bêyî gerîlayên azadiyê şerê li dijî DAIŞ'ê zehmet e. Hem li Kerkûk, hem li Mexmûr, hem jî li Şengalê ev derfet hene û dikarin tevlî vê operasyonê bibin. Gerîlayên azadiyê heta niha çû bin ku derê, li wir bi ser ketine. Ji 3'ê Tebaxa 2014'an û vir ve cîhan û alem tev bi serketina gerîla ya li Şengalê dizane. Her kes pîroz dike. Cihgirtin YBŞ û YJŞ li nava van pêngavan, tevî wezîfeyeke siyasî û leşkerî, erkeke exlaqî ye. Ji ber ku, keç, zarok, jin, bûkên civaka Êzidî li van deran hatin firotin, kirin kole, serê wan hatin jêkirin. Pêkanînên li dijî mirovahiyê li Şedadê, Mûsil, Telafer, Reqqayê hatin kirin. Lewma girîng e YBŞ û YJŞ di vê pêngavê de cihê xwe bigirin."