Li Hezexê topbaran û şerê dijwar bû
Li navçeya Hezexê, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk danê sibehê şer ji nû ve dijwar bû. Ji ber topbarana hêzên dewletê, agir bi gelek xaniyên li taxa Tûrgût Ozal ket.
Li navçeya Hezexê, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk danê sibehê şer ji nû ve dijwar bû. Ji ber topbarana hêzên dewletê, agir bi gelek xaniyên li taxa Tûrgût Ozal ket.
Li navçeya Şirnex Hêzexê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, di roja 16. de dewam dikin. Ji ber êrîşa hêzên dewlet şerê li navçeyê danê sibehê careke din dijwar bû.
Hêzên dewleat Tirk ji maşînên zirxî gule li taxa Tûrgût Ozal reşandin û top lê barandin.
Hêzên YPS'ê jî bersiv dan van êrîşan û li ser vê yekê şer destpê kir.
Ji ber topbaranê gelek xaniyên li taxê zerar dîtin û agir bi hin ji van xaniyan ket.
Şerê li navçeyê bi dijwarî dewam dike.