Li Nisêbînê ji bo wesayîtên zirxî çeperên ji betonê hatin avakirin

Li Nisêbînê ku dorpêç û terora hêzên dewleta Tirk lê didome, ji bo wesayîtên zirxî yên êrîşî taxan dikin ji betonan çeper tên avakirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku hêzên dewleta Tirk amadekariyên qedexe û dorpêçê lê didomîne, çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember taxên berxwedanê yên weke Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dicle, Zeynelabidîn û Kişlayê didomîne.

Di rojên herî dawî de bi çekên giran tax tên gulereşandin û tevgera wesayîtên zirxî yên li derdora otogara kevin û Rêya Çagçag û nexweşaneyê tê dîtin û li navenda navçeyên jî gelek wesayîtên zirxî yên Akrep, Kobra û TOMA dewriye davêjin.

Hat ragihandin ku li derketina navçeyê hêzên dewleta Tirk wargeha AFAD’ê ji bo xwe weke baregeh bi kar tîne, gelek wesayîtên zirxî lê bi cih kirine. Ji bo parastina wesayîtên zirxî yên ku êrîşî taxan dikin, çeperên ji betonê yên bilindahiya wê 3 metre, 2 metre fireh û 50 santîm jî stûre tên avakirin.

Tîmên Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî jî şandine navçeyê.