Piştî ku "qedexeya derketina derve" li dû 80 rojan bi tenê bi rojê hat rakirin, Cizîrên ji neçarî koçî navçe û bajarên derdorê kirin, dest bi vegera li cih û warên xwe kirin.
Ji ber ku li pêşiya navçeyê hêzên dewleta Tirk du nuqteyên kontrolê danîne, gel bi saetan neçar man di rê de bimînin. Li bendên kontrolê çekdarên dewleta Tirk yek bi yek li wesayîtan digerin, li ser mirovan digerin û nasnameyan kontrol dikin.
Mirovên li dijî vê derdikevin jî rastî heqareta rastî heqaretê bi çekê ya hêzên dewleta Tirk tên. Ji ber vê astengiyê bi kîlometreyan rêza ji wesayîtan çêbûye.