Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê bi hezaran kes li hev civiyan
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, bi hezaran kes li Koşûyolû ya Amedê li hev civiyan.
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, bi hezaran kes li Koşûyolû ya Amedê li hev civiyan.
Li dijî êrîşên qirkirinê û dorpêçiya ev 88 roj in li ser Sûrê heye, bi hezaran kes bi dirûşmeya "Tu jî ji bo Sûrê dengê xwe bilind bike" li Parka Koşûyolû ya Amedê li hev civiyan.
Gelê bi hêrs, ji çar aliyên Amedê dikerike parkê.
Kurdistanî tim û tim dirûşmên "Amed ranezê, li Sûra xwe xwedî derkeve", "Bijî berxwedana Sûrê", "Zext nikarin bi me" diqîrin. Gel hînê jî tê qadê.
Tê payîn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê li vê derê têkildarî Sûrê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Piştî daxuyaniyê, wê gel ber bi Sûrê dest bi meşê bike.