Li Hanaû panela bi mijara berxwedana xwerêveberiyê

Sariyildiz li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di panela bi mijara xwerêveberiyê de axivî, wiha got: “Çalakiyên gelê me yê li Ewropa moralekî mezin dide berxwedêrên Kurdistanê.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di panela bi mijara xwerêveberiyê de axivî, wiha got: “Çalakiyên gelê me yê li Ewropa moralekî mezin dide berxwedêrên Kurdistanê. Divê ji bo Sûr û Hezexê çalakiyên we her tim bidome.”

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê bi mijara berxwedana xwerêveberiyê panel hat lidarxistin. Panela di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû hat lidarxistin de bi tevlîbûna nêzî 300 kesî pêk hat.

Axaftina vekirinê ya panela ku bi rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr kir, Goksûngûr banga xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyê kir, bi bîr xist k udi pêşengiya TJK-E û KCD-E de çalakî dewam dikin, banga tevlîbûna xurt kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku li Cizîr, Sûrê gelê Kurd rastî êrîşên qirkirinê tê, wiha got: “Lê, ew di nav berxwedanek mezin de ne. Qetlîama îro li Cizîrê pêk hatiye ne tenê li Cizîrê çêbûye. Qetlîam li ser mirovahiyê çêbûye. Li Cizîrê mirov li rûmeta xwe xwedî derketin û Cizîr tenê nehiştin. Di nav berxwedêrên Cizîrê de xwendekar, rojnamevan, hunermend hebûn. Wan jiyanek bi rûmet hilbijartin. Tevahî zindî zindî hatin şewitandin. Min rojnamevan Rohat Aktaş ji nêz ve dinasî, tenê 8 kîlo goştên jê mayî radestî malbatê kirin.”

Sariyildiz der heqê hevdîtinên li Ewropa jî agahî da, wiha got. “Me li Parlamentoya Ewropayê hin hevdîtin pêk anîn. Lê, tevahî jî berjewendiyên xwe difikirin. Em wek gelê Kurd, dizanin rûmeta xwe bi xwe biparêzin.”

Sariyildiz bi bîr xist ku li Kurdistanê berxwedan dewam dikin, wiha anî ziman: “Îro heman qetlîama Cizîrê dixwazin li Sûr û Hezexê jî bikin. Çalakiyên gelê me yê li Ewropa moralekî mezin dide berxwedêrên Kurdistanê. Divê ji bo Sûr û Hezexê çalakiyên we her tim bidome.”

...