Ji Xabûrê 3 cenaze hatin girtin
Ji 53’ê kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li Silopiyayê dihatin ragirtin, piştî ku cenazeyên Mûrat Tûmç, Mesût Ozer û Cengîz Gerem hatin teşxîskirin, radestî malbatan hatin kirin.
Ji 53’ê kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li Silopiyayê dihatin ragirtin, piştî ku cenazeyên Mûrat Tûmç, Mesût Ozer û Cengîz Gerem hatin teşxîskirin, radestî malbatan hatin kirin.
Ji 53 cenazeyên ku li jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin qetilkirin û bi testa DNA’yê, cenazeyê Mûrat Tûnç, Mesût Ozer û Cengîz Gerem ji aliyê malbatan ve hatin ragirtin. Cenazeyên ku li Deriyê Xabûrê ya ATK’ê hatin girtin, anîn mizgefta şehîdgaha Yenîşehîr a Silopiyayê, piştî wecîbeyên olî û şûn de cenaze rakirin wesayîtê û ber bi warên wan ve hatin oxirkirin.
Di encama şaşîtiyê de cenazeyê Yilmaz Beçîm ê ku aîdî Ferhat Karaman dihat zanîn û li Silopiyayê hatibû defin kirin, piştî ku hat zanîn cenaze aîdî Yilmaz Beçîm e, ji bo cenaze bê girtin wê serî li dozgeriyê bê dayîn.
Xebatên nasnameya 50 cenazeyên li Xabûrê jî didomin.