Polîsên Tirk êrîşî meşa ku bi armanca şkandina dorpêça li ser Sûrê hat lidarxistin kirin. Di encama êrîşên polîsan a bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rast de ciwanek hat qetilkirin. Li dijî êrîşan kolanên Amedê ketin nav berxwedanê.
Li Amedê ji bo şikandina dorpêça li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya hate dayîn, gel ber bi Sûrê ve meşiyan. Polîsan êrîşî girseya ku dimeşiyan kirin.
Ligel êrîşa bi bombeyên gazê, ava şid û guleyan jî gel meşa xwe berdewam kir. Ji ber êrîşan, gel kom bi kom ber bi Sûrê ve meşiyan. Pevçûnên ku derketin li gelek deverên bajar belav bûn. Li Koşuyolu, Yenîşehîr û Rezan ciwanan barîqat danîn û deng dan berxwedana Sûrê.
Li dijî êrîşa polîsan berxwedana ciwanên berdewam dike û dem bi dengê çekan tê. Welatiyên ku ji Koşuyolu derbasî Ofîsê bûn berxwedan li vir belav kirin û piştgirî dan Sûrê. Piştî demekê polîs paş vekişiyan. Pevçûn berdewam dike.
POLÎSAN CIWANEK QETIL KIRIN
Yek ji cihê ku berxwedan belav bû navçeya Rezan e û li vir ciwanan agir pêxistin û barîqat danîn. Li kolana 80'emîn a li taxa Mevlana Halît polîsan bi guleyan êrîş kirin û li vir ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ê 22 salî qetil kirin. Di encama êrîşa polîsan de hate hinbûn ku geleke ciwan hatine binçavkirin.
Li gelek kolanên Amedê berxwedan berdewam dike.