Şîmşek ê li Cizîrê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Murat Şîmşek (16) ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê da hate qetilkirin li ser wasiyeta wî bi starana "Egîdê me rakin" ve li Nisêbînê hate oxirkirin.
Cenazeyê Murat Şîmşek (16) ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê da hate qetilkirin li ser wasiyeta wî bi starana "Egîdê me rakin" ve li Nisêbînê hate oxirkirin.
Cenazeyê Murat Şîmşek ê 16 salî yê li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hate hatibû qetilkirin li navçeya Nisêbînê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin. Jibilî bi hezaran kesan parlamenterê HDP'ê Alî Atalan û Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Endamên Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, KJA, MEYA-DER jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de posterên Şîmşek hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" "Bê serok jiyan nabe" "YPS gel e gel li vir" hatin berzkirin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û wiha got: "Ji bo azadiya gelên Kurdistanê ciwanên ke canê xwe feda dikin. Îro li vir em rêhevalê xwe oxir dikin, di heman demê de cenazeyên gelek ciwan û zarokên me jî tên oxirkirin. Ya ku dikeve li ser milê me divê meşaleya wan a berxwedanê bilind bikin."
'BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE'
Birayê Şîmşek, Yunus Şîmşek jî got ku li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Derîk û Sûrê bi sedan ciwanên kurd ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirin û wiha got: "Murat ne tenê şehîdê me ye, şehîdê hemû gelê kurd e. Em bi wî serbilind in. Bila serê gelê kurd saxbe."
BI NÊRGIZAN GORA WÎ XEMILANDIN
Piştî axaftinan bi hezaran kesan darbesta Şîmşek hilgirtin û ber bi Goristana Şehîtler ve meşiyan. Xwîşka wî Bêrîvan Şîmşek siniye hineyê hilgirt û li pêşiya girseyê meşiya. Di meşê de dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" "YPS gel e gel li vir e" hatin berzkirin. Bi sedan welatî jî di dema meşê de bi çepik û tîlîliyan ve hatin tevli meşê bûn. Dengê dirûşman li navçeyê olan da. Girseya ku gihîşt goristanê li vir sirûda "Çerxa şoreşê" xwend. Piştre jî li ser wasiyeta Şîmşek bi strana Xelîl Xemgîn a "Egîdê me rakin" ve cenaze hate definkirin.
Piştî duayan gora Şîmşek bi nêgizan ve hate xemilandin.
Şîmşek ê ku eslê xwe ji Cizîrê ye cenazeyê Şîmşek ji ber qedexeyê li Nisêbînê hate definkirin. Ji bo Şîmşek li Mala Şînê ya Taxa Devrîmê wê sersaxî bên qebûlkirin.