6 cenaze wê ji Xabûrê bên girtin
Ji cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, 6 cenazeyên nasnameyên wan hatin tespîtkirin wê ji aliyê xizmên wan ve bên girtin.
Ji cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, 6 cenazeyên nasnameyên wan hatin tespîtkirin wê ji aliyê xizmên wan ve bên girtin.
Li Saziya Tipa Edlî ya Xabûrê, karê tespîtkirina cenazeyên mirovên li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, dewam dike.
Ji bo wergirtina cenazeyên Midurê ji Karê Nivîsan Berpirsyar ê Azadiya Welat Rohat Aktaş, Adîl Kuçuk, Selîm Tûray, Mahmût Dûymak, Ûmût Urek û Metîn Karan, malbat hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê.
Ji bo veşartina cenazeyan tê payîn malbat îro cenazeyan werbigirin.