Li ser taxên berxwedanê tevgera hewayî ya keşfê

Li Nisêbînê, ji maşînên zirxî gule li taxa Abdulkadîrpaşa tê reşandin. Her wiha amûrên hewayî yên kêşfê yên bê mirov li ser taxan digerin û keşfê dikin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û dagirkirin, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxên xwerêveberiyê dewam dikin.

Ji maşînên zirxî yên li derdora nexweşxaneya berê bi cih bûne, gule li taxa Abdulkadîrpaşa tên reşandin. Her wiha amûrên hewayî yên kêşfê yên bê mirov li ser taxan digerin û keşfê dikin.