Bayik: Kurd ne milkê te ye

"Heta Tirkiye demokratîk nebe, heta xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê kurd nas neke ev gel jî wê desthilatdarî û dewletê nas neke. Mafê gelê kurd ê vê yekê heye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku mîna desthialtdariya AKP'ê hezeke din a dijminatiya Kurdan dike tineye û got, "Heta Tirkiye demokratîk nebe, heta xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê kurd nas neke ev gel jî wê desthilatdarî û dewletê nas neke. Mafê gelê kurd ê vê yekê heye."

Nivîsa Bayik a di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin bi vî rengî ye:

"Rayedarên AKP’ê û kesên hevalbendên wê çi dibêjin bila bêjin hikûmeta AKP’ê dijminê gelê kurd e. Desthilatdariya AKP’ê ku di sala 2014’an de bi gotinên; 'Kobanê ha ket ha dikeve' dijminatiya xwe ya ji bo gelê kurd nîşan da, niha jî bi dijberiya PYD’ê vê dijminatiyê derdixe asta herî bilind.

Li bakurê Kurdistanê dijminatiya xwe ya ji bo kurdan bi rûxandin-şewitandina wargehan, pêkanîna tevkujiyan û êrîşkirina HDP’ê bi şêwazekî vekirî radixe ber çavan. Em dikarin wisa bêjin; mîna desthilatdariya AKP’ê hêzeke din a dijminatiya kurdan dike tine ye.

Ne li Iraqê, ne li Îranê ne jî li Sûriyeyê dijminatiyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Kirinên desthilatdariya AKP’ê gihîştina asta ku êdî têgihîştina mirov têra watedayina wan nake.

Ji bo AKP’ê kurd bê nirx e. Ji ber ku kirina qala kurdan, tê wateya stratejiya bingehîn a dewleta tirk ku dixwaze kurdan bi tevahî tune bike.

Ji bo yên xwediyê vê têgihîştin û polîtîkayê kurd an wê serî li ber wan bitewîne û xwe bavêje ber lingê wan û mizdana wan bike, yan jî wê zilmê, îşkenceyê bibîne; bi çavên mirovan li wan neyê mêzekirin. Eger kurd li nasnameya xwe xwedî derdikeve, jiyaneke azad û demokratîk dixwaze ev sûcê herî mezin e, wê li rasta heqareta herî mezin were û zext lê bê kirin.

Ji bo dewleta tirk, kurd tê wateya milkekî ku çi dixwaze dikare li ser bike; kelax (kadavra) e. Lewre dikare her cure zilmê û heqaretê li ser kurdan bike. Ji xwe ya ku pirsgirêka kurd afirandiye ev têgihîştin û polîtîka ye. Heta jiyana azad û demokratîk a kurd neyê qebûlkirin ev nêzîkatiya ji bo kurdan nayê guhertin.

Bêguman kurd van heqaret û biçûkxistinên dewleta tirk qebûl nakin. Cîhana Rojava ya ku qala nirxên mirovahiyê û demokrasiyê dike van kirin û polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî kurdan ku pir alî dimeşîne mîna tiştekî asayî dibîne.

Biçûkxistin û zilma li ser gelekî mîna tiştekî normal tê nîşandan. Hem jî ev yek ji aliyê hevkar û şirîkê wan Tirkiyeyê ve tê kirin!

Polîtîkaya biçûkxistin û çewisandinê ya li dijî gel dimeşand niha jî li dijî partî û parlamenterên ku vî gelî dengê xwe daye wan pêk tîne. Mîna ku ev parlamenter ne nûnerên gel in, memûrên ku ji dewletê mûçeyê distînin!

Tevahiya siyasetmedarên tirk û rayedarên AKP’ê dibêjin; 'ev parlamenter ji dewletê pereyan digirin, ji ber vê yekê jî divê polîtîka û kirinên dewletê qebûl bikin, ev dewlet ji çi re dibêje baş e divê qebûl bikin' û zexta vê yekê li wan dikin. Divê dewleta tirk vê yekê baş bizanibe, parlamenter ne memûrên bi pere yên dewletê ne; ew parlamenterên ku bi dengê gelê kurd hatine hilbijartin in. Pereyên ku mîna mûçe qala wê tê kirin jî bacên ku ji vî gelê tên standin in.

Eger ji parlamenteran re bêjin; 'hûn ji dewletê pereyan digirin, wê demê hûnê xiyanetê li gelê xwe bikin', wê demê ev gel wê çima bacê bide? Eger tu dadgehan li ser serê gel mîna saziyê zilmê bi kar bînî wê demê çima ev gel dadgehê te nas bike?

Walî û qeymeqamên te li dijî gelê kurd dema fermanên tevkujiyê bidin wê demê çima ev gel hebûna te ya îdarî nas bike? Rayedarên te hevşaredarên ku vî gelî hilbijartine bavêje zîndanan û ji wezîfeyê dûr bixe wê demê ev gel çima desthilatdarî û dewletê nas bike?

Li dijî van pêkanînê dewleta tirk ji îlankirina xwerêveberiyan a gelê kurd û xwe bi xwe rêvebirinê rewatir helwesteke din tine ye. Ev êrîşên dewleta tirk ne rewa û der mirovahî ne.

Heta Tirkiye demokratîk nebe, heta xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê kurd nas neke ev gel jî wê desthilatdarî û dewletê nas neke. Mafê gelê kurd ê vê yekê heye. Kes nikare bêje çima kurd desthilatdariyê û dewletê nas nakin. Ji ber vê yekê jî nabe kesek polîtîka, gotin û kirinên dewleta tirk rewşa nîşan bide.

Dewleta tirk niha jî êrîşî taziyeyên dayik û bavên kurd dike. Rêzê ji êşa dayik û bavên kurd re nagire. Serokkomar, serokwezîr, hemû rayedarên dewletê û hêzên siyasî tev diçin taziyeya polîs û leşkerên ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê bi sedan kurd qetil kirin lê belê dibêjin çima hûn diçin sersaxiya dê û bavê ciwanê ku çalakiya Enqereyê pêk anî.

Eger dikarin biçin taziyeya polîs û leşkerên ku bajarên kurdan dişewitînin, dirûxînin, zarok, extiyar di nav de sivîlan qetil dikin, wê demê her kes dikare biçe taziyeya ciwanekî kurd jî.

Yê bimire dibe leşker-polîs be, yan yê çalakî pêk anî kurdek be, dibe ku hûn raman û helwestên wan nepejirînin; lê belê cihê taziyeyê dê û bavê wan in. Yê miriye çûye, dê û bav ji mirina zarokên xwe xemgîn dibin.

Niha jî dibêjin dê û bavê kurd ku ji bo zarokên wan ên dimirin taziyeyê daneynin. Her wiha bi hinceta ku diçin sersaxiyê mirovan binçav dikin. Vekirî dibêjin wan hûn jî mîna me zarokên xwe yên mirine lanet bikin.

Desthilatdariya AKP’ê har bûye. Tu nirxên mirovî, exlaqî û wijdanî pê re nemane. Rêzê ji kevneşopî û ededên vî gelî re jî nagire. Bi hezarên salan e kevneşopiya ku ji ber zarokên dimirin dê û bav taziyeyê datînin. Dewleta tirk dixwaze vê nirxa herî bingehîn a çandî jî ji holê rake. Kîjan malbat wê bi mirina zarokên xwe xemgîn bibe, mala taziyeyê veke gelo biryara vê yekê wê dewlet bide? Dewleta ceberût ev e. Dewleta ku kurd li dijî wê li ber xwe didin ev e. Dewleta ku tehamûlê îrade, çanda civakê, pêkanîna karên têkildarî wê nake ev e. Têgihîştina ku pirsgirêka kurd afirandiye ev e.

Yên cesedan parçe dikin, piştî mirov mir hestên xwe yên tolhildêrî li ser cesedan pêk tînin; bêguman wê êrîşî vekirina mala taziyeyê ya dayik û bavê dil biêş jî bikin. Serdana mala taziyeyê berpirsyariya cîran û her kesê ku li bajar malbatê nas dike ye.

Neçûna sersaxiyê ya cîranan û kesên malbatê nas dikin şermeke mezin e. Nas, cîran an kesekî ku divê biçe taziyeyê eger vê berpirsyariyê bi cih neyne bi çavên mirovan lê mêze nakin.

HDP’iyek jî dikare biçe sersaxiya nasekî xwe yan malbateke dil biêş a dengê xwe daye wan. Tu kes li dij vî mafî û vê berpirsiyariyê dernakeve. Ne hikûmet ne jî dewlet nikare biryarê bide ka kî diçe sersaxiyê û kî diçe kijan mala taziyeyê.

Ya rast zexta li ser parlamentera HDP’ê Tugba Hezer ne girêdayî çûyina wê ya taziyeyê ye. Tê xwestin li dijî şerê kirêt ê li dijî gelê kurd bêdengî hebe. Ji ber vê yekê jî bi zexta li ser HDP’ê re dixwazin hêza bi tenê ya muxalîf jî bêdeng bikin."