Ji belavkariya rojnameyê heta jêrzemîna wehşetê: Rohat Aktaş
Rohat Aktaş di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat kir. Mezin bû, lîse qedand û piştî 7 salan bû midûrê karên nivîsê yê rojnameyê...
Rohat Aktaş di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat kir. Mezin bû, lîse qedand û piştî 7 salan bû midûrê karên nivîsê yê rojnameyê...
Rohat Aktaş di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat kir. Mezin bû, lîse qedand û piştî 7 salan bû midûrê karên nivîsê yê rojnameyê. Ne tenê midûrê berpirsyar, di heman demê de dixwest nûçegihaniyê bike. Cihê wî yê destpêkê yê wezîfeyê Cizîr bû, lê jê venegeriya.
Aqûbeta midûrê karên nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku ji yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê mesaja "ez birîndar im, li jêrzemînê me" ji hevalên xwe re şand, hînê ne diyar e.
Ji ber ku ji jêrzemînên li Cizîrê kesek bi saxî derneket, hevalên wî bawer in ew jî hatiye qetil kirine. Malbata Aktaş ji bo testa DNA serlêdan kir. Ji ber ku ev serlêdan bi encam nebûye, tiştekî zelal nîne.
Ji edîtorên rojnameyê Ferît Koyluoglû dibêje, "Mîna hemû sivîlên li jêrzemînê, bi îhtimaleke mezin dibe ku Rohat jî hatibe qetilkirin."
HERÎ DAWÎ DI 5'Ê SIBATÊ DE PÊ RE AXIVÎN
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, herî dawî di 5'ê Sibatê de bi rêya telefonê bi Aktaş re axivîn. Aktaş ji wan re got, "Li jêrzemînê me. Ji milê xwe bi sivikî birîndar bûme. Rewşa min baş e. Me xwe spartin jêrzemînekê."
Lê belê piştî vê axaftinê, têkiliya bi Aktaş re qut bû.
Ji ber ku hemû cenazeyên ji Cizîrê hatin rakirin di rewşeke nikarin bên naskirin de ne, teşxîsa wan ji aliyê malbatan ve nepêkan e. Lewma zêdeyî 150 cenaze hînê li benda encama testa DNA ye.
Aktaş di Îlona 2015'an de bû midûrê karên nivîsê yê rojnameyê.
DI 12 SALIYA XWE DE DEST BI BELAVKIRINA ROJNAMEYÊ KIR
Li gorî agahiyên ji aliyê Koyluoglû ve hat dayîn, Rohat Aktaş yek ji belavkarên kevin ê rojnameyê ye. Di 12 saliya xwe de li navçeya Riha Pirsûsê dest bi belavkirina rojnameyê kir û çend salan ev kar dewam kir.
Mezin bû, lîse qedand. 2 sal piştî qedandina lîseyê dest bi wezîfeya midûriya karên nivîsê ya rojnameyê kir.
Rohat Aktaş di heman demê de xwest nûçegihaniyê jî bike û ji destpêka meha Kanûnê û pê ve dest bi şopandina nûçeyan kir.
Ferît Koyluoglûanî ziman, ku Aktaş di dawiya meha Kanûnê de ji bo şopandina nûçeyê çûye Cizîrê û got, "Me bi rêya telefonê jê agahî digirt û dikir nûçe. Wî bi xwe bi taybetî dixwest li Cizîrê rojnamevaniyê bike."
Koyluoglû got, "Rohat timî dixwest hînî rojnamevaniyê bibe. Dema me edîtorî dikir, timî em dişopand û pirsî çi çawa çê dibe. Ez dizanim ku ew bi daxwaza xwe tevlî karê çapemeniyê bû. Çapemenî, ji bo sererastkirina rewşa heyî ya gel, weke amûrekê didît."
REWŞA ROHAT AKTAŞ ZÊDE NEKET ROJEVÊ
Rewşa rojnamevan Rohat Aktaş zêde neket rojevê. Koyluoglû da xuyakirin, ku wan hewl dan bala raya giştî bikişînin ser mijarê, lê di xwarê xwedîderketinê de kêmasî rû dane. Koyluoglû got, "Ti encam ji hewldanên me derneket. Ji xwe encam jî li holê ye."
Edîtorê rojnameya Azadiya Welat Koyluoglû balê dikişîne ser rewşa li Sûrê û dibêje, ji bo heman bûyera li Cizîrê qewimî li Sûrê dubare nebe, divê gelên Tirkiyeyê rabin ser piyan, bên Amedê û dorpêçiyê bişikînin.