YPG: Li Şêxmeqesûd 11 çete hatin kuştin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 11 çete hatin kuştin, tankek û maşîneyeke çeteyan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku şevê din çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji bakurê Helebê li dijî taxa Şêxmeqsud êrîşek lidar xistin. Li gorî daxuyaniyê; Hêzên YPG’ê bersivên tund da êrîşên çeteyan û li qadê şerê dijwar qewimî. Di vî şerî de tankek û maşînekî leşkerî ya doçka li ser hatin rûxandin. Di şer de her wiha bi qasî hatiye zelalkirin 11 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê jî şevê din xwestin bi keştiyan ava Firatê derbas bikin û êrîş bibin ser gundê Qereqozaqê. Piştî destwerdana hêzên YPG’ê komên çeteyan ji qadê reviyan.

Duh di navbera saetên 10.00 û 13.30’an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser bendava Tişrînê.

Çeteyên DAIŞ’ê di navbera saetên 09.00 û 10.30’an de jî ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qereqozaq ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê.

Di navbera saetên 09.00 û 14.00’an de jî çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê kantona Kobanê.