Ji bo Hezexê bang
Tê gotin, hêzên dewleta Tirk amadekariyan dikin ku li Hezexê komkujiyê bikin. Hevşaredar Oyman da xuyakirin, ku geliyê cehennemê hatiye bombekirin û banga hişyariyê li raya giştî kir.
Tê gotin, hêzên dewleta Tirk amadekariyan dikin ku li Hezexê komkujiyê bikin. Hevşaredar Oyman da xuyakirin, ku geliyê cehennemê hatiye bombekirin û banga hişyariyê li raya giştî kir.
Li navçeya Şirnex Hezexê, di çarçoveya 'qedexeya derketina derve' de navçe ji bejahî û hewayî ve tê bombekirin.
Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman diyar kir, ku agahî ji wan re hatiye danê vê sibehê helîkopterên bi tîpa kobra geliyê cehennemê bombe kirine. Oyman ragihand, ji çar aliyên navçeyê bi tank û topan êrîş tê kirin û got, "Ji navçeyê dengê şerekî dijwar tê. Me beriya niha jî diyar kiribûn, ku jiyana mirovên sivîl ên li taxan ne ewle ye. Li ser bomberdûmana ji helîkopteran a îro danê sibehê hat kirin, em nizanin bê tiştek bi kesî hatiye yan na. Ya ku hin organên çapemeniyê diweşînin, îdîayeke."
'JI BO WEHŞETA LI CIZÎRÊ NEYÊ DUBAREKIRIN, DIVÊ HER KES HIŞYAR BE Û BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'
Oyman da xuyakirin, ku bombekirina gelê sivîl li Hezexê, plana ji bo dewamkirina komkujiya li Cizîrê ye û bang li raya giştî kir ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigere. Oyman got, "Eger nayê xwestin mîna Cizîrê komkujiyeke din bê kirin, divê raya giştî ya navxweyî û derve bi hişyarî tevbigere."