Li Cizîrê dorpêçî û êrîş dewam dikin
Li Cizîra ku dewleta Tirk komkujiyeke hovane lê kir, dorpêçî dewam dike. Dewleta Tirk du marketên vekirî yên li navçeyê jî girt û bi bombeyên gazê êrîşî mirovên derdikevin kolanan dike.
Li Cizîra ku dewleta Tirk komkujiyeke hovane lê kir, dorpêçî dewam dike. Dewleta Tirk du marketên vekirî yên li navçeyê jî girt û bi bombeyên gazê êrîşî mirovên derdikevin kolanan dike.
Tevî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ji bo Cizîrê got, 'Operasyon qediya ye' jî, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel dewam dikin. Hêzên dewletê bi lez û bez û bênavber xebatên xwe yên ji bo ji holê rakirina delîlan didomînin. Bi taybetî nahêle kesek xwe nêzî Taxa Cûdî bike. Li taxên din jî, bi bombeyên gazê êrîşî mirovên dixwazin biçin malên xwe, dikin.
Li navçeyê ku êrîşên qirkirinê di roja 74. de ne, ambargo jî dewam dike. 2 marketên ji bo tedarikkirina pêwîstiyên welatiyan vekirîbûn û gelek caran dihat girtin, danê vê sibehê careke din ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê hat girtin. Hêzên dewleta Tirk li taxên dorpêçkirî zerarê didin eşyayên gel.
Di vê navberê de, hêzên dewleta Tirk ev demeke hîn bêhtir têlan di navbera sînorê Cizîr û Rojavayê Kurdistanê de radixin.