Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd dewam dikin
Çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. Di topbaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes birîndar bûn.
Çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. Di topbaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes birîndar bûn.
Çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. 11 kesên di topbarana duh bi şev de birîndar bûn rakirin navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd.
Îro jî saet di 03:00 de bi fuzeyan bi destan çêkirî re careke din tax hedef hat girtin. Ji ber fuzeyeke li taxê ket, welatiyê bi navê Mihemed Elî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku cenazeyê Mihemed Elî di binê xirbeyê xanî de maye. Her wiha di êrîşê de 4 sivîl jî birîndar bûn.
Di êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê de ji roja 16'ê Sibatê û vir ve 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 234 kes jî birîndar bûne.