Şervanên QSD'ê rêya navbera Şedadê û Şengalê kontrol kirin

Şervanên QSD'ê, rêya navbera Şedadê û Şengalê kontrol kirin. Li gundan jî di dema karê lêgerîn û paqijkirinê de şer derket û 6 çete hatin kuştin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xebatên xwe yên lêgerîn û paqijkirinê yên li gundên Şedadê bênavber didomînin.

Di navbera çeteyên xwe li dibistana yek ji gundên Şedadê veşartibûn û şervanên QSD'ê de şer derket.

Di şer de 2 çete hatin kuştin, çekek BKC, RPG û 4 roketên wê, 2 çekên kalaşnîkov, debanceyek, 4 roketavêj û 40 bêtêl hatin bidestxistin.

Şevê din jî şervanên QSD'ê xaçeriya Şengal û Şeddadê xistin bin kontrola xwe. 

Her wiha saet di 06:00’an ê serê vê sibê çeteyan hewl dan êrîşî nuqteyeke şervanên QSD'ê ya di navbera gundê Mercan û Şeddadê bike. 

Li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket. Di encama vî şerî de çar çete hatin kuştin.

Li aliyê din, di dema xebatên lêgerîn û paqijkirinê yên li 15 gundên Şedadê de 33 cenazeyên çeteyan hatin dîtin.

LI DORA BENDAVA TIŞRÎNÊ ŞEREKÎ DIJWAR QEWIMÎ: BI DEHAN ÇETE HATIN KUŞTIN

Çeteyên DAIŞ'ê şevê din saet di 22.00 de jî êrîşî gundê El-Sadiyîn ê li başûr-rojavayê Bendava Tişrînê ya li Kantona Kobanê kirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva çeteyan dan û di encamê de şer derket.

Li gorî agahiyênhatin bi dest xistin, ev şer heta saet 01.30'an dewam kir. Di vî şerê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî ji aliyê xwe ve baregehên çeteyan ên li herêmê bombebaran kirin. Li vê qadê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de niha jî şer diqewime.