Polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê
Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê danê vê sibehê avêtin ser malên Hevserokên DBP'ê yên Bajêr.
Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê danê vê sibehê avêtin ser malên Hevserokên DBP'ê yên Bajêr.
Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê danê vê sibehê avêtin ser malên Hevserokên DBP'ê yên Bajêr. Polîsên ku hevserok li malê nedîtin dor li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê girtin û hewl dan hevserokan binçav bikin. Rêveberên partiyê dan xuyakirin, ku heta destûra lêgerînê ji dozgeriyê neyê, ew ê nehêlin polîs bikevin nava avahiyê û pêşî li wan girtin.
Hat ragihandin, polîsên Tirk niha li benda destûra ji dozgeriyê were, ne.
Di vê navberê de 9 kesên tevlî ziyareta sersaxiyê ya ji bo malbata endamê TAK'ê Abdulbakî Somer bûn, hatin binçavkirin.
Polîsan danê sibehê avêtin ser malên li taxên Yenî Mahalle û Karşiyakayê û 9 kes binçav kirin.