Li Şêx Meqsûd 8 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd dewam dikin û bi qasî hatiye tespîtkirin di şerê li vir de 8 çete hatine kuştin.
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd dewam dikin û bi qasî hatiye tespîtkirin di şerê li vir de 8 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd dewamdikin.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya van êrîşan de çeteyan duh êrîşek li dijî nuqteke hêzên YPG’ê ya li bakurê Helebê kirin, hêzên YPG’ê jî bersivên tund dan êrîşên çeteyan û ew têk şikandin. Di encam de bi qasî hatiye zelalkirin 5 çete hatin kuştin.
Şervanên YPG’ê li dijî komên çeteyên ku a li Çarxerêya Seken Şebabî xwe bi cih kiribûn operasyonek lidar xistin. Hêzên YPG’ê di encama vê operasyonê de 2 avahiyên ku çete tê de bûn hilweşandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin.
Heman rojê li herêma Benî Zêd di navbera hêzên YPG û komên çeteyan de şer derket. Di vî şerî de doçkayek hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehat zelalkirin.
Li ser rêya Kastîlo jî navbera hêzên YPG û komên çeteyan de şer qewimî. Di encama vê şerî de qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.
Li aliyekî din şervanên YPG’ê li başûrê Bendava Tişrînê xebateke legerînê pêk anîn. Di encama vê lêgerîne de cenazeyên 6 çeteyan ku di şerê rojên berê de hatibûn kuştin bidest xistin.
Duh ji saet 08.00’an heta saet 15.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî birin ser herêma başûrê gundê Şergirat a dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa yê girêdayî kantona Kobanê.