Nasnameya ciwanê li Dêrikê hat qetilkirin eşkere bû

Derket holê ku welatiyê li Dêrikê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wî rakirin Mêrdînê, ciwanê bi navê Ramazan Eroglû ye.

Li Dêrika Çiyayê Mazî, ku bi rojan e di bin êrîşa hêzên dewletê de ye, derket holê ku ciwanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê Ramazan Eroglû yê 24 salî ye. Hate hinbûn ku Eroglû li taxa Dag dijiya. Malbata Ergolû piştî bihîst, berê xwe da Mêrdînê.

Li aliyê din cenazeyê Ercan Sayan ê ku duh hate qetilkirin jî rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji bo bê definkirin hate wergirtin û birin gundê Birînê yê Şemrexê.