Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn: Em ê çeteyan ji nava xaka xwe derxînin
Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşên li hemberî derdora Efrîn û Ezazê re bi awayekî vekirî destekê dide komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam.
MAHÎR YILMAZKAYA
KOBANÊ
sêşem, 23 reşemiyê 2016, 11:41
Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn da xuyakirin, ku pêngavên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ji bo rizgarkirina herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam hatin destpêkirin, li ser daxwaza mezin a gelên herêmê ketin rojevê.
Efrîn da zanîn, ku hêzên QSD'ê hem li Kantona Cizîrê hem jî li Kantona Efrînê û derdora wê, pêngavên xwe yên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam bi awayekî serketî didomînin.
Fermandara YPJ'ê destnîşan kir, ku ji Dêr Jemal heta Til Rifetê, xeteke berfireh ji çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam hatiye paqijkirin û azadkirin.
DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE RE DESTEKEKE VEKIRÎ DIDE ÇETEYAN
Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn bal kişand ser xweranegirtina dewleta Tirk a li perspektîfa Sûriyeya Demokratîk û ragihand, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî herêmên ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatine azadkirin, bi awayekî vekirî tê wateya destekkirina komên çete yên DAIŞ, El Nûra û Ehrar el Şam.
Fermandar Efrîn anî ziman, dewleta Tirk bi topbaran û êrîşa bi çekên giran a li hemberî çeperên QSD'ê yên li derdora Efrîn û Ezazê re nîşanî tevahiya cîhanê dide, ku ew ji pêşdeçûna hêzên QSD'ê aciz e û têkiliya xwe bi komên çete re heye. Efrîn da xuyakirin, ku ev êrîşên dewleta Tirk li hemberî avakirina Sûriyeya Demokratîk e.
Efrîn diyar kir, dewleta Tirk a nikare pêşî li pêşdeçûna hêzên QSD'ê bigire, êrîşî mirovên sivîl ên bê çek û bê parastin dike û anî ziman, ku ji ber van êrîşan zerareke madî û manewî li gelê sivîl bûye.
DEWLETA TIRK HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE
Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Aryen Efrîn ragihand, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hemberî derdora Efrîn û Ezazê re hiqûqa navneteweyî binpê dike û da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo van êrîşên xwe rewa nîşan bide YPG û YPJ'ê weke 'terorîst' bi nav dike. Efrîn got, "Li gorî feraset û zîhniyeta AKP û Erdogan, komên çete DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam ên jinan direvînin, dest diavêjin wan, serî jê dikin ne terorîst in. Lê hêzên YPG/YPJ ên 4 sal in bi awayekî fedaî gel û xaka xwe diparêzin 'terorîst' e."
XETA ME YA SOR GELÊN ME, XAKA SÛRIYE Û ROJAVA YE
Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn da zanîn, ku xeta wan a sor gelên wan, xaka Sûriye û Rojava ye û destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi êrîşa li hemberî sivîlan, bi êrîşên li hemberî xaka Sûriye û Rojava re xeta sor binpê kiriye. Fermandar Efrîn anî ziman, ku wan bi ti awayî li hemberî xaka Tirkiyeyê ti êrîş nekirine.
Efrîn got, "Lê em dibînin dewleta Tirk di her firsendê de êrîşî xaka Rojava dike. Li her derê sînorên me derbas dike. Zerarê dide gelê me" û diyar kir, ev yek tiştekî bê qebûlkirin, nîne.
EM Ê ÇETEYAN JI XAKA XWE DERXÎNIN
Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn da xuyakirin ku weke hêzên QSD'ê pêngavên wan ên ji bo derxistina komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam ji Rojava û Sûriyeyê wê bidomin û anî ziman, ji bo gelên dixwazin li Sûriyeya Demokratîk û Rojava ya azad bijîn, pêwîstî bi çi hebe ew amade ne bikin.
Fermandar Efrîn got, "Ji bo avêtina van komên çete ji ser xaka me, çi Minbic, çi Cerablûs çi jî Reqqa em ê biçin her cihî."