Ketin û derketina Dêrikê tê astengkirin

Ketin û derketina navçeya Mêrdîn Dêrikê hat qedexekirin. Heyeta Parlamenta Ewropayê û parlamenterên HDP'yî yên ji bo lêkolînan xwest biçe navçeyê, ji aliyê leşkeran ve li pêşiya navçeyê hatin sekinandin.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di emelî de rewşeke qedexekirî, dorpêçî û êrîşa hêzên dewletê heye. Ketin û derketina navçeyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat qedexekirin. Leşkerên ku bi maşînên zirxî û bendan ketina navçeyê girtin, tevî ku fermaneke nivîskî nîne jî bi bahaneya 'fermana qeymeqam e' nahêlin kes bikevin hundirê navçeyê. Hevseroka Partiya Keskan a Parlamenta Ewropayê Monîca Frassonî, parlamenterên Parlamenta Ewropayê, Parlamenterên HDP'ê Alî Atalan, Gulser Yildirim û Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê jî di nav de, heyeta xwest ji bo lêkolînê bikeve navçeyê, ji aliyê leşkeran ve li pêşiya navçeyê hat sekinandin.

Tevî ku ji qeymeqam re hat ragihandin jî destûr ji derbasbûna heyetê re nehat dayîn. Li ser vê yekê heyetê li pêşiya benda astengkirinê daxuyanî da çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de leşkerên Tirk nehiştin endamên çapemeniyê dîmenan bikişînin û rastî nerazîbûnan hat.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan di destpêkê de axivî û anî ziman, ku her çend "qedexeya derketina derve" bi awayekî fermî nîne jî destûr ji endamên Parlamenta Ewropayê re nayê dayîn ku bikeve nava navçeyê. Atalan bibîr xist, Hevşaredarên Dêrikê jî di nav de 6 kes hatine binçavkirin û got, "Em vê qedexeya nehiqûqî şermezar dikin. Li holê qedexe û biryareke nivîskî jî nîne. Em vê bêhiqûqiyê protesto dikin."

Endamê Parlamenta Ewropayê Josep Marîa Terrîcabras jî da xuyakirin, ku ew ji bo lêkolînkirinê hatine, lê destûr nayê dayîn ew bikevin nava navçeyê û nerazîbûn nîşanî dorpêçiya li bajarên Kurdistanê da.

Heyeta Parlamenta Ewropayê piştî daxuyaniyê berê xwe da Amedê.